NAVENDA NUÇEYAN- Navenda Ragihandinê ya QSDˈê bîlançoya duh a berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê, gundewarên li başûrê rojhilatê Minbicê û Dêr Hafirê aşkera kir.
QSDˈê ev agahî parve kirin:
“Çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh (Duşem) saet 11.00ˈan li başûrê rojhilatê Minbicê êrişeke berfireh li ser girê li pêşiya gundê Xirbe Zemala yê derdora bendava Tişrînê pêk anî. Çeteyan bi 6 erebeyên doçka li ser, wesayîteke zirxî û wesayîteke din a zirxî ya BMB êriş kirin. Li ser vê yekê di navbera hêzên me û çeteyan de şer derket, şer heya saet 15.00ˈan dewam kir. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Yekîneyên Şehîd Harûn 5 caran li erebe û kombûnên çeteyan xist.
Li eniya Girê Syriatel jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obîsên giran êriş pêk anîn. Lê tu zerar li hêzên me nebûn. Dewleta Tirk a dagirker jî bi balafirên şer derdora Bendava Tişrînê bi dijwarî bombebaran kir. Li wir jî Yekîneyên Şehîd Harûn 12 caran li nuqte û kombûnên çeteyan da. Di encamê de 2 erebeyên leşkerî yên çeteyan hatin îmhakirin û 10 kombûnên çeteyan hatin hedefkirin.
Li eniya Dêr Hafirê jî, Yekîneyên Şehîd Harûn 4 caran li erebeyên leşkerî yên çeteyan da ku di nav de 2 erebeyên leşkerî û motorsîklêtek hebûn. Hemwextî ku balafirên keşfê li ser herêmê digeriyan, çeteyekî ku hewl da bikeve nuqteyên hêzên me yên li gundê Îmamê, hat kuştin.
Bi giştî 8 çete hatin kuştin, 14 çete birîndar bûn, 4 erebeyên leşkerî û motosîklêtek hatin rûxandin.”