NAVENDA NUÇEYAN- Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî, Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî û Sûzan Akîpa ji bo karibin muwekîlê xwe yê tecrîdkirî Rêber APO bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzeran her wiha ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.
Daxwaza hevdîtinê ya parêzeran û malbatan bi rêk û pêk û kêfî tê astengkirin. Piraniya serlêdanên têne kirin bê bersiv têne hiştin.