TIŞRÎN – Artêşa Tirk a dagirker îro carekî din sivîlên ku li Bendava Tişrînê nobed digirin hedef girtibû. Li gorî agahiyên destpêkê 2 welatî şehîd bûn û 20 jî birîndar bûn. Welatiyên ereb ên ku şahîdî êrîşên hovane yên dewleta Tirk bûn, bertekê xwe nîşan dan û banga her kesî kirin ku li hemberî dagirkeriya Tirk bisekine.
Şadya Dêrîk, ji bajarê Dêrîk, anî ser ziman ku bi sedan welatiyan ji bo parastina Bendava Tişrînê nobed digirin û ku hîn zêdetir kes li ser rê ne ji bo ku tevlî nobedê bibin. Her wiha, da nîşan dan ku îro carekî din dewleta Tirk li ser nobedaran bombebaran kir û banga hemû ragihandinê cîhanê kir ku sûcên dewleta Tirk teşîr bikin.
Ebdusalam Îcas, endamê Akademya Civaka Demokratîk a Til Hemîsê, êrîşên dewleta Tirk li ser sîvîlan û li Bendava Tişrînê û bêdengiya saziyên navenewî şermezar kir. Her wiha, destnîşan kir ku ewê heya pişgiriya QSD bikin, ji ber QSD temsîla hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.