HAMBÛRG – Li navçeya Harbûrg a Hambûrgê bi pêşengiya ciwanên Tevgera Ciwanen Soreşger (TCŞ) li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Rojava û Bendava Tişrînê çalakiyek hate lidarxistin.
Welatparêz, hêzên demokratîk û dostên Rojava beşdarî çalakiyê bûn. Çalakî piştî deqîqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên Bendava Tişrînê destpê kir.
Li ser navê TCŞ’ê Ferhat Mêrdîn ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Bendava Tişrînê axivî. Ferhat M. bal kişand ser sivîlên yên ku di encama êrîşên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê de hatin qetilkirin.
Piştî axaftina Ferhat Mêrdîn, nameya ku keça şehîd Bavê Teyar (Cuma Xelîl Îbrahîm) ji bo şehadeta Bavê nivîsandibû, hate xwendin. Piştî name hate xwendin gel dest bi meşê kir.
Kurdistanî û dostên wan ên ku bi pankarta “Rojava biparêzin” meşiyan, di tevahiya meşê de dirûşmên “Bijî Rêber APO”, “Bijî Rojava”, “Terorîst Erdogan”, “Deutschland finanziert Türkei bombardert” qîr kirin.
Meş bi banga çalakiya li Wilhelmsburg Stûbenplatzê bi dawî bû.