NAVENDA NÛÇEYAN- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrîn a ku ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî girîngiyeke jiyanî ye, dewam dikin. Duh jî dewleta Tirk a dagirker bo cara sêyemîn gelê ku li bendava Tişrînê nobetê digirtin hedef girt û di encamê de 2 welatî şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn.
Lê li gel van êrîşan çalakgerên nobedê jî berxwedaneke bêhempa dimeşînin. Gel dev ji dîlanên xwe yên berxwedanê ku bi stran û dirûşmên şoreşgerî tê meşandin, bernade.
Welatiyên ku 4 roj in li ser bendavê nobetê digirin, berxwedana li bendavê tê kirin û helwesta gel û ciwanan a li hemberî êrîşan vegotin.
Welatiyan diyar kirin ku ew ê heta dawiyê bendava Tişrînê biparêzin û di bin tu şert û mercan de dev ji bendavê bernedin.
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji 8’ê Çileyê ve di bin bomberdûmanên dewleta Tirk de nobeda xwe didomînin, dev ji stran û govendê bernadin. Coş û morala gel bes e ku dengên bomberdûmanê ditepisîne.