BOCHUM – Di çarçoveya kampanyaya “EM BERNADÎN – Vegera li Kokê” ya bi pêşengiya jinên ciwan ên endamên Jinên Xwendekarên Kurdistanê (JXK) de, bi boneya salvegera 10’emîn azadkirina Kobanê. li Zanîngeha Bochumê fîlmê Kobanê hate pêşandan.
Dehan xwendekarên kurd û enternasyonalîst beşdarî çalakiyê bûn. Çalakî bi axaftina li ser berxwedana Kobanê ya sala 2014/15’an, çawaniya pêk hatin û sedemên êrîşan destpê kir.
Di çalakiyê de xwendekaran berxwedana dîrokî ya bi pêşengiya gel û QSD’ê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di nav de Bendava Tişrînê, silav kirin.
Her wiha rola ciwan û jinên ciwan ên weke pêşengên şoreşa Rojava hatin bibîrxistin. Di çalakiyê de bang hate kirin ku divê xwendekarên Kurd ên li Ewropayê temaşevanên êrîşan nemînin û bi daketina kolanan li Ewropayê piştgiriyê bidin berxwedanê.
Her wiha xwendekaran banga yekitiya aktîf û şikandina bêdengiya civaka navneteweyî kirin.
Fîlmê “Kobanê” ku di sala 2022’an de ji aliyê Komûna Fîlman a Rojava ve hatiye kişandin, qala dorpêça çeteyên DAIŞ’ê û berxwedana li bajêr dike. Senaryoya fîlmê Kobanê ku ji aliyê Komûna Fîlman a Rojava ve hatiye çêkirin ji aliyê Medya Doz û Ozlem Yaşar ve hatiye nivîsandin. Doz û Yaşar ji bo senaryoyê bi sedan şahid û şervanan re hevpeyvîn kirin û li ser lehengên rastî bingeh girtin. Fîlm li bajarê Kobanê yê ku berxwedan lê tê meşandin, li Tebqayê û li cihên ku berxwedan lê tê kirin hatiye kişandin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Rojava” û “Bijî Kobanê” bi dawî bû.