HESEKE – Şervanên QSD’ê Agirî Hesekê (Mehmûd Mihemed El Ezawî) di dîroka 15′ ê Çile 2025’an de li Eliya ya giredarê Serêkaniye a dagirkirî şehîd bibû û Mehmûd Mihemed El Ezawi (Agirî Hesekê) 15’ê Kanûn 2024’an de li Minbicê Şehîd bibû, îro bi merasîmek girseyî li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li bajarê Hesekê hatin oxir kirin.
Şeniyên bajarê Hesekê û gundên wê, endam û rêveberên saziyên civaka sivîl û hèzên leşkerî û ewlekariyê beşdarî merasîmê bûn.
Girseya gel piştî ku cenazeyên şehîdan ji morga gundê Dawidiyê wergirtin, ber bi pakrawangehê ve bi rê ketin. Li pakrawangehê her du şehîd bi awayekî girseyî hatin pêşwazîkirin.
Di merasîmê de wêneyên Rêber Apo û şehîdan, alên QSD, YPG û YPJ’ê hatin rakirin û dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Berxwedana QSD” hatin berzkirin.
Piştî deqeyek rêzgirtin, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Rewan Şêxo axivî.
Rewan Şêxo di axaftina xwe de sersaxî ji her du malbatên şehîdan re xwest û berxwedana şervanên QSD’ê silav kir.
Rewan Şêxo bal kişand ser berxwedana bendava Tişrînê û got: “Şervanên QSD’ê û gelê me li bendavê berxwedaneke dîrokî nîşan didin. Tevahî cîhan şahidiyê li vê berxwedanê dike.”
Bi navê Meclîsa Leşkerî ya Kantona Cizîrê Birûsk Hesekê axivî.
Birûsk Hesekê diyar kir ku ew ji mirinê natirsin û destnîşan kir ku tevgera wan, tevgera şehîdan e.
Birûsk Hesekê di berdewamiya axaftina xwe de got: “Armanca me ewe ku gelê me li welatê xwe bi aramî û ewle bijî. Em ê heya dilopa dawî ya xwîna xwe li pey şehîdan bin û li dijî dagirkeriyê têbikoşin.”
Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed Emîn Qasim jî da zanîn ku şehîd li cem xwedê sax in û diyar kir ku şehîd di dilê gelê xwe de her tim zindî ne.
Qasim di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana gel a bendava Tişrînê got: “Berxwedana bendavê, berxwedana hebûn û tunebûnê ye, lewma serkeftina berxwedanê, serkeftina gelê me ye û têkçûna Erdogan e.”
Piştî axaftinan, wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Şehîd bi tilîliyên dayîkan û bi dirûşmeyan spartin axê.