NAVENDA NÛÇEYAN – Dîrokên çalakiya kevneşopî ya “Meşa Dirêj” ku her sal ji aliyê ciwanên Kurd û enternasyonalîst ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO tê lidarxistin, hatin eşkerekirin.
“Meşa Dirêj” ya îsal wê ji Heilbronn heta Freiburga Almanyayê di navbera 9-14’ê Sibatê de pêk were. Çalakî wê bi Meşa Mezin a 15’ê Sibatê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bê lidarxistin, bidome.
Di banga çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO de, hemû ciwanên ku dixwazin bi dirûşmeya “Ji Rêber APO re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re Çareserî” bên gel hev, bangawazî kirin.
Agahiyên Çalakiyê:
Di roja yekem a meşa ji Heîlbronn a Elmanyayê heta Freîbûrgê de wê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber APO ku di 15’ê Sibata 1999’an de pêk hat bê nîqaşkirin.
Komîteya amadekar têkildarî çalakiyê daxuyaniyek da û got, “Em Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêber APO, protesto dikin. Li dijî vê komploya hêzên Gladio yên di bin sîwana dewletên NATO’yê de pêk tên, em ê dîwarên pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê hilweşînin. Li dijî faşîzm û kolonyalîzmê em ê bi dirûşmeya “Hûn nikarin Rojê Tarî Bikin” de heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk bê! têkoşîna xwe berfireh bikin.”
Tê payîn ku ji Fransa, Elmanya, Swîsre, Awûstûrya, Îngilîstan û welatên din ên Ewropayê bi sedan ciwan beşdarî çalakiyê bibin.
Cih û Dema Civînê:
Navnîşana Civînê: Landturmstrasse 4, 74080 Heilbronn, Almanya
Dema Civînê: 10:00
Agahiyên Têkilî:
Email: [email protected]
Instagram: @mesa.direj2025
Telegram: @mesadirej2025