HAMBÛRG- Bi pêşengiya ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO yên girêdayî wê yên li ser Rojava, meşek hate lidarxistin.
Meşa li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Rojava û Bendava Tişrînê, ji Qada Wilhelmburg Stûbenplatz heta Wilhelmburg Bahnhofê bi dirûşmeyan berdewam kir.
Li ser navê TCŞ’ê Ferhat Mêrdîn jî axivî û bal kişand ser wê yekê ku DAIŞ êdî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve weke SMO tê pêşkeşkirin û bi fermana dewleta Tirk komkujiyên sivîlan tên kirin.
Werin Em Her Der Veguherin Herêmên Berxwedanê
Mêrdîn bal kişand ser vê yekê ku dewleta Tirk û SMO ji bêdengiya hêzên navneteweyî sûd werdigirin û got, “Dema mijar dibe Kurd û destkeftiyên wan, tu bertek ji rêxistinên mafên mirovan û saziyên navneteweyî re nayê. Bi temaşekirina komkujiyan têr e.” Di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ti tirsa me nemaye, bila her cihî bikin qada berxwedanê û piştgiriyê bidin berxwedana Rojava.”
Di çalakiyê de ku Meclîsa Gel a Hambûrgê, Meclîsa Jinê ya Hambûrgê Rojbîn û Kurdistanî piştgirî dan, dirûşmên “Hezên Sûriya Demokrat”, “TürkischenAngriffskrieg und Dachihadisten stoppen! Pankarta bi nivîsa “Verteidigt Rojava und die Frauenrevolution” hate vekirin. Di meşa ku alên TEV-DEM’ê hatin hilgirtin de dirûşmên “Bijî Rêber APO”, “Bijî Rojava”, “Terorîst Erdogan”, “Deutschland Finanziert Türkei Bombardert”, “Bijî Rojava” hatin berzkirin.
Çalakgerên ku di meşê de nêzî faşîstên ku dixwestin provokasyonan bikin, bi nêzîkatiyeke aqilane bi dirûşmeyên “Kurdistan wê bibe gora faşîzmê” û “Terorîst Tirkiye” bertek nîşan dan.
Meş li Wilhelmburg Bahnhofê bi dirûşme û meşên berxwedanê bi dawî bû