NAVENDA NÛÇEYAN – HPG’ê 4 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi hurmet û minet bi bîr anî û got, “Em soza xwe dubare dikin ku bi pêşengiya şehîdên xwe em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bi ser bixînin.”
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya têkildarî şehîdan bi vî rengî ye:
“Sala 2024’an li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê bû pêvajoyeke têkoşînê ya girîng. Di vê salê de hevrêyên me Cesur, Şahan, Hewrê û Berxwedan bi israra xwe ya li ser xeta têkoşînê ya Apoyî û bi fedekariyên xwe, pêşengî ji serketinên girîng re kirin û şehîd bûn. Em van hevrêyên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.
Ewladê leheng û biwêrek ê Botanê, hevrêyê me Cesur li dijî dewleta Tirk ê ku gelek komkujî li ser gelê me pêk anîne, bû navê tolhildanê. Hevrêyê me çand û exlaqê qedîm ê eşîra xwe ya Goyî, bi felsefeya Rêber Apo re kir yek û di kesayeta xwe de pêşketinên girîng afirand. Bi hevrêtiya xwe ya di nava refên Partiyê de, hîsiyata xwe ya kûr û meşa xwe ya li ser xeta fedayîtiyê, bû milîtanekî mînak. Hevrêyê me Cesur hêrsa xwe ya li dijî dewleta Tirk a mêtinger, di pratîka xwe de nîşan da û ji bo tola gelê me bistîne, têkoşîn meşand. Li her qada ku lê ye ji serketinekê derbasî serketinek din dibû û wezîfeyên xwe yên şoreşgeriyê bi rengekî bêkêmanî bi cih anî. Hevrêyê me Cesur heta nefesa xwe ya dawiyê girêdayî nirxên azadiyê yên gelê me ma û bi felsefeya Apoyî weke yek ji sembolên herî sade û heqîqî yê Kurdîtiya azad, derbasî dîroka têkoşîna me bû.
Navê Qelqeliyê bi welatparêzî û berxwedanê re bûye yek. Milîtanê biwêrek û hêja yê Qelqeliyê hevrê Şahan, girêdayî xeyalên xwe yên zarokatiyê ma û tevlî nava refên gerîla bû. Bi têkoşîna xwe ya li ser xeta fedayîtiyê û dilsoziya xwe ya ji bo nirxên azadiyê, hemû wezîfe û berpirsyariyên xwe bêkêmahî bi cih anîn. Her kêliya xwe ya di nava têkoşînê de, bi fedayîtiyeke mezin derbas kir. Hevrêyê me bû milîtanê nirxên ku ji aliyê gelê me, şehîdên me û Rêbertiya me ve hatine afirandin û bi sekna xwe ya di vî alî de bawerî da hemû hevrêyên xwe. Hevrêyê me Şahan heta şehadetê her tim armanc kir ku têkoşîna xwe mezin bike û li ser vî bingehî bû xwediyê ked û hewldaneke bêhempa. Bîranîna hevrêyê me Şahan, wê bibe meşaleya ku her tim rêya me ronî dike.
Hevrêyê me Hewrê dizanî ku ew di nava refên PKK’ê de dikare zanebûna xwe ya neteweyî bixe pratîkê û bi vî rengî tevlî nava refên berxwedanê bû. Hevrêyê me Hewrê jî fedayîtiya partiya me PKK’ê ji xwe re esas girt. Hevrêyê me ji roja destpêkê ya gerîlatiyê û vir ve, bi baweriya xwe ya ji serketinê re timî têkoşîna xwe mezin kir. Yek bi yek gihişt armancên xwe û hem weke gerîlayekî azadiyê, hem jî bi sekna xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me hêrsa xwe ya li dijî dagirkeran her ku çû mezintir kir û li benda wê rojê ma ku derbeyê li dijmin bixe. Dema ew roj hat jî bêyî teredut, armanca xwe pêk anî.
Zarokê biwêrek û cesaret ê gelê me yê Efrînê hevrê Berxwedan di nava refên gerîla de bi hevrêtiya xwe ya xurt û jiyana xwe ya dilnizm derket pêş. Hevrêyê me Berxwedan bi disiplîna xwe û sekna xwe ya bibawer, bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Ti carî tempoya têkoşîna heyî, bes nedît. Hevrêyê me fêm dikir ku divê ji bo azadiya gelê me, her tim hîn zêdetir bixebite û li ser vî bingehî her tim xwest biçe qadên ku şer lê dijwar e. Di vî warî de hevrêyê me Berxwedan ê ku bi fedekariya xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak, wê her tim ji têkoşîna me re pêşengiyê bike.
Weke hevrêyên wan di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Cesur, Şahan, Hewrê û Berxwedan, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku di bin pêşengiya şehîdên me de, têkoşîna xwe ya azadiyê bi serketinê tacîdar bikin.
Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:
Nasnav: Cesur Roboskî Nav û Paşnav: Ozgur Encu Cihê Jidayikbûnê: Şirnex Navê Dayik – Bav: Nahîde – Fehmî Cih û Dîroka Şehadetê: 2024 / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Nasnav: Şahan Şahîn Nav û Paşnav: Îsmaîl Dayi Cihê Jidayikbûnê: Wan Navê Dayik – Bav: Yadîgar – Koçer Cih û Dîroka Şehadetê: 2024 / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Nasnav: Hewrê Bêkes Nav û Paşnav: Ferdîn Salihî Cihê Jidayikbûnê: Kerec Navê Dayik – Bav: Perîza – Mustafa Cih û Dîroka Şehadetê: 2024 / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Nasnav: Berxwedan Serdem Nav û Paşnav: Salih Muhammed Cihê Jidayikbûnê: Heleb Navê Dayik – Bav: Nazli – Muhammed Cih û Dîroka Şehadetê: 2024 / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
CESUR ROBOSKÎ
Ji dîrokê heta roja me eşîra Goyî ya qedîm her tim li dijî hêzên desthilatdar ên ku xwestine li ser Kurdistanê bibin serwer li ber xwe daye û ti carî teslîmiyet qebûl nekiriye û li dijî dewleta Tirk a dagirker jî bi dehan salan li ber xwe da. Eşîra me ya Goyî li dijî siyaseta dewleta Tirk a mêtinger û qirker, li çiyayên serhildêr cewherê xwe parastiye û zanebûna xwe ya ji bo xweparastinê pêş xistiye. Ev têkoşîna xwe ya pîroz bi derketina partiya me PKK’ê re bi rengekî hîn bi rêxistintir domand. Di pêvajoyên ku partiya me PKK’ê li her qada Botanê xwe bi rêxistinkirî de, ev eşîra me ya hêja zarokên xwe yên herî hêja tevlî nava refên gerîla kir û di roja me de jî wezîfeyên xwe yên welatparêziyê di asta herî jor de bi cih tîne. Gelê me yê Roboskiyê Cesur Roboskî, Sorxwîn Roboskî, Cûdî Roboskî û gelek zarokên xwe yên hêja ji bo azadiya Kurdistanê şehîd da. Eşîra me ya Goyî ku mîna sala 2011’an li Roboskiyê, rû bi rûyê komkujiyên dermirovî maye û tevî vê yekê jî milîmek jî gav paşde neavêt. He roja borî bi rengekî hîn aktîftir beşdarî têkoşîna azadiyê bû û nûneriya Kurdîtiya berxwedêr kir ku ti carî çok li ber dijmin ne tewand.
Hevrêyê me Cesur di nava malbateke ji eşîreke ku bi welatparêzî û berxwedêriya xwe ji hemû gelê Kurdistanê re bûye mînak de, hate dinê. Hevrêyê me ji temenê zarokatiyê û vir ve bi pîvanên welatparêziyê û nirxên Kurdîtiyê mezin bû. Ji ber zextên dijmin malbata wî neçar ma ji Roboskiyê koçî Cizîra Botan bike. Hevrêyê me beşekî mezin ê jiyana xwe li vir derbas kir û di heman demê de ji sekna welatparêz a gelê me Cizîrê gelek tişt fêr bû. Lewma hevrêyê me di nava têkoşînê de mezin bû û mîna her zarokek Kurd ê li Kurdistanê dijî, dijmin bi karakterê qirker û mêtinger nas kir. Lewma Hevrêyê me Cesur pir zû cihê xwe di nava refên têkoşînê de girt û bi rengekî aktîf beşdarî xebatên ciwanên welatparêz û şoreşger bû. Ji bo ku zanebûna xweparastinê bi ciwanên Kurdistanê re pêş bikeve û li dijî êrîşên dijmin gelê me were parastin, ked da. Lewma bû milîtanekî ciwan ê pêşeng ku ji aliyê gelê me yê Cizîra Botan ve hate hezkirin. Hevrêyê me Cesur hêrsa xwe ya li dijî dijmin, her roja borî mezin kir. Bi taybetî dema ku di sala 2011’an de dewleta Tirk li Roboskiyê 34 mirovên me bi rengekî hovane qetil kir, hevrêyê me biryardariya xwe ya ji bo têkoşînê hîn xurttir kir. Di vê komkujiyê de gelek xizmên hevrêyê me şehîd bûn, lewma wî jî li dijî dewleta Tirk hêrsa xwe ya tolhildanê mezin kir û bawer kir ku ew vê yekê herî baş li çiyayên Kurdistanê di nava refên gerîla de dikare pêk bîne. Li ser vî bingehî hevrêyê me di sala 2013’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku hîs dikir ayîdê wir e. Bi tevlîbûna nava refên gerîla hem xeyalên xwe pêk anî, hem jî derfet dît ku ji dijmin tol bistîne.
Hevrêyê me Cesur bi perwerdeya xwe ya destpêkê ya di nava refên gerîla de, ket nava têkoşîneke bi coş û bêhempa. Xwe di hunera şerê gerîla de kir pispor û xwest pir zû bigihije armanca xwe. Li ser vî bingehî hevrêyê me bi eleqeyeke mezin nêzî hemû waneyên perwerdeya şervanên nû, bû. Tecrubeyên ku mirov bi salan bi dest dixe, wî di nava çend mehan de bi dest xist. Hevrêyê me bi saya perwerdeya xwe ya bi îdîa, di nava demek kurt de di warê leşkerî û jiyanî de pêşketinên girîng di kesayeta xwe de çêkir û xwe ji bo qadên têkoşînê yên herî zehmet amade kir.
Hevreyê me Cesur ê ku di vê çarçoveyê de li Zagrosan û gelek deverên Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlatî kir, bi taybet di berxwedana ku li hemberî dijmin sala 2015’an destpê kir de roleke girîng lîst. Di vê pêvajoya ku dewleta Tirk a qirker bi hemû derfetên xwe li hemberî gel û tevgera me êrîşên berfireh dabû destpêkirin de bi awayek fedaiyane têkoşiya. Hevrê Cesur ê ku di vê pêjoyê de bû şahidê şehadeta gelek hevalan, her şehadetek kir hinceta mezinkirina têkoşînê. Ji ber vê di xwe de îradebûna Apogerî bir asta herî jor û bi sekna xwe ya jiyan û têkoşînê ji hemû hevalên xwe re bû mîlîtanekî bi mînak. Hevreyê me yê ku li Zagrosan 3 sal têkoşînek destanî meşand, piştre ji bo xwe di taktîkên nû yê gerîlatî de pêş bixe û peywîrên serdemê bêkêmasî bi cih bîne tevlî perwerdeyên leşkerî û bîrdozî bû. Hevrê Cesur ê ku vê pêvajoyê herî baş nirxand, bi danaheva bîrdozî ya gihîştî û terzê jiyana xwe ya Apogerî ve hat astekê ku perwerdeyê bide bi dehan hevalên xwe. Vê peywîra xwe bi awayek serkeftî bicih anî û piştre careke din ji bo biçe cihên ku şer lê girane pêşniyaran kir. Hevrêyê me bi taybetî ji Şehîd Bager, Şehîd Avzem, Şehîd Serxwebûn, Şehîd Çavrê û Şehîd Cûmalî yên ku li Avaşîn, Zap û Metîna ruhê fedayîtî derxistin holê gelek bandor bûbû. Ji ber vê hevrêyê me yê ku bi israr dixwest xwe bigihîne cihên ku şer lê giran e.
Hevrê Cesur ê ku di tîmên gerîla de li hemberî gelek çeperên dijmin di hemleyên şoreşgerî de cih girt. Wek navê xwe bi tevlîbûna xwe ya wêrek û bê teredut re derbên giran li dijmin xist û bû xwedî kedeke girîng. Bi sekn û tevlîbûna xwe re ji bo hemû hevalên xwe, bû çavkaniya moral û hêzê. Ji bo xwe hîn zêdetir xurt bike dizanîbû ku di felsefeya Rêber Apo ya azadiyê de xwe perwerde bike. Hevrêyê me Rêbertî û hemû şervanan hîs kir û ji bo hîn zêdetir nêzî Rêbertî be, bû xwedî lêhûrbûnek kûr. Hevrêyê me dizanî ku serkeftin encex bi terz û tempoya Rêbertî pêkan e û di vê wateyê de peywîr û berpirsyariyên ku hilgirtibû ser xwe, bi awayek bêkêmasî bicih anî. Hevrê Cesur di sala 2024’an de ku berxwedanekî dîrokî dihat jiyandin, gihîşt şehadetê. Hevrêyê me bi kesayeta xwe ya dilnizm û bi coş re wê her tim di têkoşîna me de were bîranîn.
ŞAHAN ŞAHÎN
Gelê me yê Qelqelî bi dehan şehîdên xwe û bi sedan zarokên xwe tevlî vê têkoşînê kiriye û bûye pîvana welatparêziyê. Bi asta xwe ya têgihîştinê û israra xwe ya azadiyê re ji têkoşîna me re pêşengî dike. Gelê me yê Qelqelî yê ku ligel hemû êrîşên dijmin ên qirkirinê ji nasnameya xwe tawîz nedaye, bi vê sekna xwe ji bo herkesê ku ji bo azadiyê têdikoşê bû çavkaniya îlhamê. Gelê me yê Kurdistanê ji nava xwe gelek fermandarên binirx û şervanên azadiyê derxist. Bi zanabûna berdêlên ku daye, ji bo civak û pêşerojek azad qet teredut jiyan nekir û meşa xwe ya azadiyê hîn bi biryar didomîne.
Li navçeya Qelqelî ya Wanê ku rastiyekî wiha ya gel tê jiyankirin, hevrê Şahan di nava malbateke welatparêz de hatiye dinyayê û bi nirxên gelê me yê Qelqeliyê mezin bû. Ji ber vê di temenekî biçûk de welatparêzî û têkoşîna me ya azadiyê nas kir. Hevrê Şahan ê ku ji çîrokên gerîla ya destanî û qehremanî ya derdorê xwe bandor bûyî, bi taybet sekna gerîla ya li hemberî dijmin mînak girt û xwest bibe bersiv. Hevrêyê me yê ji dema xwe ya ciwantiyê ve tevlî xebatên ciwanan bûyî, dema ku diçû zanîngehê bi awayekê çalak tevlî van xebatan bû. Hevreyê me yê ku di xebatan de rastiya Rêbertî û Partiyê hîn baştir fêm dikir, her roja ku derbas bû têkoşîna xwe mezintir kir. Hevrêyê me yê ku di heman demê de digihîşt zanabûna dijmin jî, ferq kir ku dijmin zanîngehan ji bo xwe wek cihê peydakirina kadroyan bikar tîne. Di sala 2014’an de dema êrîşa çeteyan li hemberî gelê me yê Rojava destpê kir û dewleta Tirk jî bi eşkere piştgirî da van êrîşan, ev yek ji bo hevrê Şahan bû kêliyekî jêveneger. Hevreyê me yê ku di vê pêvajoyê de rastiya dijmin bi hemû eşkerebûna wî re naskir, li hemberî vê yekê gihîşt wê biryardariyê ku têkoşîna xwe hîn bilindtir bike. Hevrê Şahan ê ku bawer dikir ev yek encex bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e, di sala 2014’an de zanîngeh terikand û li qada Serhadê tevlî nav refên gerîla bû.
Hevrê Şahan ê ku agahiyên sereke yên di derbarê gerîlatiyê de li Serhadê fêr bûye, di demeke kurt de fêrî jiyana gerîla û çiya bû. Hevrêyê me yê ku bi taybetî ji têkiliyên gerîla yên jidil û durist bandor bûye, her roja ku çû ji bo xwe kir armanc ku hîn bi moral û çalak tevlî bibe. Hewldanên xwe yên ji bo vê yekê, di demeke kurt de pêk anî û bû gerîlayekî azadiyê. Hevrêyê me di sala 2015’an de di pratîka giran a şer de cih girt. Hevrêyê me yê ku di vê pêvajoyê de di nav çalakî û pevçûnên li hemberî dijmin de cih girt, tecrubeyên girîng bidest xistin. Di vê çarçoveyê de hevrêyê me di pratîka sala 2016’an a ku şerê me yê azadiyê hatibû mezinkirin de jî cih girt û peywirên xwe yên şoreşgerî bi awayek bê kêmasî bicih anî. Di heman salê de bi pêşniyara hevalên xwe, ji bo xwe di terzê şer a gerîlatî de hîn zêdetir pêş bixe û di felsefeya Rêbertî de hîn kurtir bibe, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.
Hevrêyê me yê ku perwerdeyên li vir girtî bi tecrubeyên şer ên berê re kir yek û xwest demildest derbasî xebatên pratîkî bibe. Bi taybet ji ber ku çeteyên DAÎŞ’ê li gelek deverên Kurdistanê êrîşî gelê me dikir û gelê me bi komkujiyan re rû bi rû dihîşt, xwest derbasî van qadan bibe û têbikoşe. Di vê çarçoveyê de hevrê Şahan ê ku nêzî 3 salan di qadên têkoşînê yên cuda de li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê şer kir, di vê pêvajoyê de tecrubeyên girîng ên leşkerî bi dest xist. Bi wêrekiya xwe ya şer û fedakariya xwe re ji hemû hevalên xwe re bû mîlîtanek bi mînak. Piştî ku çete tek çûn, bi moralê ku peywira xwe bi serkeftî bi cih aniye, dubare berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêyê me ji bo pêvajoya xwe ya şer binirxîne û di taktîkên nû ya serdemê de xwe kûr bike tevlî perwerdeyên di asta akademîk de bû. Hevrêyê me yê ku bi perwerdeyên bîrdozî re derfetê xwe nûkirinê dît û xwest xwe ji bo erkên dema nû amade bike, biryardarî û îddîaya xwe têkoşîn mezintir kir. Hevrêyê me li hemberî dewleta Tirk a ku êrîşên xwe li ser gelê me zêdetir dikir, şerkirin ji xwe re dikir armanca sereke. Di vê warî de lêhûrbûnên xwe hîn kûrtir kir. Baweriya hevrêyên û partiya me qezenc kir. Di gelek xebatên girîng û stratejîk de cih girt. Her xebatê ku berpirsyartiya wî girtibû ser xwe, bi fedakarî, hesasî û serkeftinekî teqez pêk anî. Hevrêyê Şahan li gelek deverên Herêmên Parastina yên Medyayê têkoşîn meşand, di gelek xebatan de cih girt, peywîrên serdemê bi awayek serkeftî bi cih anî û wek mîlîtanek fedaî yê Apoger navê xwe di dîroka berxwedana me de da nivîsandin.
Di pêvajoya ku êrîşên dewleta Tirk a qirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê pir zêde bûn de jî, kêliyek jî teredut nekir û di tunelên şer de bi hevrêyên xwe re cih girt. Hevrê Şahan li gel hevrêyên xwe beşdarî vê berxwedana destanî bû, di vê pêvajoyê de beşdarî gelek çalakiyên ku li hember dijmin hatin lidarxistin, bû. Di van çalakiyên ku derbên giran li dijmin dihat xistin de bi tevlîbûna xwe ya fedaiyane ji hevalên xwe re bû mînak. Hevrê Şahan li gel vê bi kesayeta xwe ya sade, jiyana xwe ya kedkar û fedakar re hurmeta hevalên xwe qezenc kir. Di her kêliyê de hewl da bibe layiqê Rêber Apo, şehîdan, gel û hevrêyên xwe.
Di sala 2024’an de dema ku berxwedanek mezin dihat raberkirin û dewleta Tirk negihîşt xeyalên xwe yên mêtîngeriyê, Hevrê Şahan bû kedkarekî pratîka şerê dijwar. Hevrê Şahan di êrîşekî dijmin de gihîşt şehadetê û meşa xwe ya azadiyê ya 10 salan gihand lûtkeyê. Wek hevalên wî em di şexsê hevrê Şahan de soz didin hemû şehîdan ku em ê bîranîna wan hîn zêdetir bikin hinceta têkoşînê.
HEWRÊ BÊKES
Gelê Rojhilatê Kurdistanê ku di dîrokê de ji bo azadiya welatê me Kurdistanê berdêlên bêhempa daye, îro jî vê helwesta xwe diparêze û gav bi gav nêzîkî jiyana azad dibe. Tevî hemû êrîşên qirkirinê, darvekirin û qetlîamên ku hêzên dagirker li ser gelê me pêk tînin, gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bi vîn û kelecaneke mezin têkoşîna azadiyê dide. Ev sekna wan ji bo hemû Kurdistanê jî dibe mînak û çavkaniya hêviyê. Ji nava dilê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê jî bi hezaran gerîlayên azadiyê derketin û bi sekna xwe ya bibiryar û daxwaza şehadetê pêşengiya têkoşîna azadiya gelê me kirin.
Hevrêyê me Hewrê ku ew jî yek ji ewladên herî hêja yê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ye, di malbateke welatparêz de li bajarê ku şoreşa gel lê pêk tê, Kerecê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî xwedî nirxên Kurditiyê bû û hevrêyê me Hewrê bi nirxên xwe yên netewî û çandî mezin bû. Hevrêyê me qirkirin û dagirkeriya li Kurdistanê di demek zû de ferq kir û xwest xwedî li van nirxên xwe yên hebûnê derkeve. Her çiqas di ciwaniya xwe de li têkoşînê geriya be jî, ji bo pêkanîna vê yekê dema rast peyda nekir. Tevî ku Hevrêyê me partiya me PKK’ê baş nas nedikir jî, têkoşîna efsanewî ya 40 salan a Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker, şerkirina fedaiyane ya milîtanên Apoyî, bandoreke mezin li ser kir. Hevrêyê me di sala 2017’an de berê xwe da nava refên gerîla.
Hevrêyê me piştî ku perwerdehiyên xwe yên ewil temam kirin, hêdî hêdî jiyana partiyê jî nas kir û yekem tişta li ser wî bandor kirî rêhevaltiya gerîlayan a di rêya Kurdistana azad de bû. Bi taybet, dema ku hevrêyê me dît ku li nav refên gerîla hemû hevalên me wekî hev in û jiyaneke kolektîf heye, ferqa partiya me ya ji rêxistinên din fam kir. Bi vî awayî hevrêyê me bi moral beşdarî jiyanê bû û roj bi roj xwe pêş xist. Bi perwerdehiya îdeolojîk û leşkerî, di demeke kurt de bû gerîlayekî xwedî tecrube û xwest wekî Şehîd Simko Serhildan bibe fermandarekî pêşeng. Hevrêyê me bawer dikir ku dê bi vî awayî zêdetir tevkariyê li têkoşîna azadiyê bike û lêhûrbûnên xwe zêde kirin. Hevrêyê me piştî perwerdeya xwe ya şervanên nû xilas kir, li gelek herêmên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê beşdarî xebatan bû û di avakirina tunelên şer de, ku yek ji stûnên herî girîng ên taktîkên şer ên serdema me ye, bû xwediyê xebateke bêhempa. Di vê pêvajoyê de li ser Şerê Gel ê Şoreşgerî lêhêrbûn kir. Hevrêyê me, bi xwendina analîz û pirtûkên Rêber Apo, agahiyên xwe yên derbarê felsefeya jiyana azad a Apoyî de kûrtir kirin û ji bo di kesayeta xwe de pîvanên vê jiyanê bi cih bike kedeke mezin da. Hevrêyê me bi vî awayî bû milîtanekî durist û dilpak û bi fedakarî û dîsîplîna xwe ya di xebatan de ji bo hemû hevrêyên xwe bû mînak.
Hevrêyê me Hewrê, xwest ku li dijî êrîşên tasfiyekirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên sala 2021’ê, xwest li çeperên şer li kêleka hevrêyên xwe be û bi israr xwe pêşniyar kir. Ji ber xebatên ku tê de cih digire, ev daxwaza wî demeke dirêj hat taloqkirin. Lê piştî ku daxwaza wî hat erêkirin, hevrêyê me bi kêf û coşeke mezin berê xwe da qadên berxwedanê. Hevrêyê me, bi sekna xwe ya milîtanî û tecrubeya xwe ya di taktîkên şerê gerîlatiyê yê serdema nû de bawerî da hevrêyên xwe, yekser berê xwe da xebatên pratîk. Hevrêyê me bi taybet di gelek çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker de bi fedekarî û biryardariya xwe bû çavkaniya hêz û moralê ji bo hemû hevrêyên xwe. Hevrêyê me di êrîşên dagirkeriyê de, di serî de Şehîd Ferhat Bane- Behruz Ubeydî, bû şahidê şehadeta fedaiyane ya gelek hevrêyên xwe û vê yekê hêrsa wî ya toldhildanê tûjtir kir. Hevrêyê me baş dizanî ku dê bi vî awayî bibe layiqê şehadeta hevrêyên xwe û heqîqeta Rêber Apo.
Hevrêyê me Hewrê, dizanî ku eger tevlî pêngavên şoreşgerî yên ku derbeyên giran li dijmin didin bibe, dikare tola şehîdan hilîne. Lewma hevrêyê me di gelek pêngav û çalakiyên bêhempa de cig hirt û gihişt armanca xwe. Hevrêyê me Hewrê, bi hevrêtiya xwe ya xurt, bi zelalbûna xwe ya xeta jiyana azad a Apoyî, bi israr û biryardariya xwe ya di fermandariyê de milîtanekî hêvîbexş bû. Hevrêyê me di sala 2024’an de di êrîşa dijmin de gihişt şehadetê û têkoşîna xwe di asta herî jor de temam kir. Em soz didin ku em ê daxwaza herî mezin a hevrêyê xwe Hewrê ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad pêk bînin û dubare dibêjin ku em ê dilsozê bîranîna wî bin.
BERXWEDAN SERDEM
Hevrêyê me Berxwedan, li Efrîna ku bi berxwedana xwe ya destanî û sekna xwe ya biryardar navê xwe di dîroka Kurdistanê de nivîsand, di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Malbata wî xwedî hişmendiyeke Kurdewar bû û ji salên destpêkê ve dilsoziyeke mezin nîşanî têkoşîna azadiyê dabû. Bi vî awayî hevrêyê me Berxwedan jî ji zarokatiya xwe ve heqîqeta partiya me PKK’ê û Rêber Apo zanî. Hevrêyê me tenê demeke kin li dibistanên fermî xwend û da ku debara malbata xwe bike, li Heleb û Efrînê di gelek karan de xebitî. Hevrêyê me bi vî awayî di emrê xwe yê biçûk de hay ji kedê bû û bi kesayeta xwe ya jêhatî û kamil ji aliyê malbat û derdora xwe ve gelek hat hezkirin. Piştî Şoreşa Rojava hevrêyê me têkoşîna me ya azadiyê ji nêz ve nas kir û di vê pêvajoyê de sekna jiyanê, helwesta li hember gel û nêzîkatiyên milîtanên Apoyî yên ku diçûn malên wan bandoreke mezin li ser wî kiribû. Hevrêyê me bi saya wan heqîqeta Rêber Apo ji nêz ve nas kir û bawer kir ku weke ciwanekî Kurd divê di vê pêvajoya şoreşgerî de erk û berpirsyariyên dikeve ser milên xwe bi cih bîne. Hevrêyê me li ser vê bingehê destpêkê berê xwe da çalakiyên ciwanan û bi saya van xebatan heqîqeta têkoşînê baştir nas kir. Hevrêyê me, di wê pêvajoyê de ku êrîşên çeteyan ên li dijî gelê me zêde dibûn, parastina gelê me ji xwe re kir armanc û di nav yekîneyên leşkerî de cih girt. Hevrêyê me derfet dît ku di vê demê de xwe ji aliyê leşkerî ve pêş bixe, li hember êrîşên çeteyan bû bersiveke xurt. Di sala 2018’an de, di êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê de gelek hevalên hevrêyê me Berxwedan, şehîd bûn. Hevrêyê me yê ku bû şahidê şehadeta hevrêyên xwe hêrsa xwe ya li dijî dewleta Tirk tûjtir kir. Bi taybet li dijî qetlîamên ku li hember gelên me tên kirin, hevrêyê me biryar da ku têkoşîna xwe mezintir bike û wek şoreşgerekî pispor xwest beşdariyekê pêk bîne. Hevrêyê me dizanî ku dikare têkoşîna herî bibandor a li dijî dewleta Tirk li serê çiyayên Kurdistanê bimeşîne û li ser vê yekê berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Hevrêyê me Berxwedan, piştî perwerdeyên xwe yên yekemîn ên li qada gerîlatiyê zû bi zû hînî jiyana gerîlatiyê bû û têkiliyên rêhevaltiya gerîlayan bandoreke mezin li ser wî kir. Her wiha xwezaya çiyayên Kurdistanê jî bandoreke mezin li ser hevrêyê me kir û wî tevlîbûna xwe ya gerîlatiyê wekî destpêka jiyaneke nû dinirxand. Lewma roj bi roj xebatên xwe zêdetir kirin û xwe ji bo pêngavên pêşerojê amade kir. Piştî ku perwerdehiya xwe temam kir, dest bi xebatên pratîk kir û bi kesayeta xwe ya kedkar û fedakar, di serkeftina gelek çalakiyan de roleke girîng lîst. Bi pratîka xwe ya serkeftî, bû gerîlayekî xwedî tecrube û da ku kedeke mezin bide têkoşîna me ya azadiyê û bi berpirsiyariyeke mezintir rabe, hewl da xwe ji hêla îdeolojîk û leşkerî ve jî pêş bixe. Hevrêyê me Berxwedan li ser vê bingehê beşdarî perwerdehiyên pisporiyê bû. Bi baldarî û cidiyeteke mezin, perwerdehiya xwe ya pisporiyê bi serkeftî temam kir. Hevrêyê me dixwest demildest here qadên ku şer lê giran. Wî di gelek xebatên cuda û giring de cih girt. Ew di van xebatên xwe de her tim girêdayî nirxên bawerî, duristî û azadiyê bû û dilê wî her tim bi hevrêtiyên wî re bû ku li çeperên berxwedanê li dijî dijmin şerekî man û nemanê didan. Ji ber vê yekê da ku layiqî berxwedana hevrêyên xwe bibe, her tim hewla xwepêşxistinê dida. Bi taybet di vê pêvajoya berxwedanê de, şehîdbûna hevrêyên wî ya bi awayekî qehremane, bandoreke mezin li ser wî kir û da ku here qadên berxwedanê xwe pêşniyar kir. Ji ber sekna wî ya milîtanî û hêrsa wî ya mezin a li dijî dewleta Tirk, pêşniyara wî hat qebûlkirin. Piştre da ku xwe di warê îdeolojî û terzê nû yê şerê gerîlatiyê de pêş bixe beşdarî perwerdehiyên akademîk bû. Hevrêyê me Berxwedan, da ku bibe layiqî Rêber Apo ku li ser navê Tevgera me bûye pêşengê berxwedaneke mezin û da ku ji bo hevrêyên xwe yên ku di tunelan de şer dikin bibe bersiv, piştî perwerdehiya xwe berê xwe da qadên berxwedanê.
Hevrêyê me Berxwedan yek ji wan hevrêyên me yên destpêkê bû ku bersiva êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger ên li ser Qada Berxwedanê ya Sergelê da. Ji kêliyên destpêkê yên êrîşan û vir ve, derbeyên giran li dagirkeran xist. Hevrêyê me di nava çalakiyên ku bi gelek taktîkan dihatin pêşxistin de, cih girt û ji bo dijmin gêj bibe kedekî bê hempa da. Hevrêyê me Berxwedan bi her darbeya ku li dagirkeran dixist, dizanî ku tola gelê me distîne. Ku gelê me li Efrînê û herêmên cur be cur ên Kurdistanê rû bi rûyê komkujiyan maye. Her roja borî hîn bêhtir tevlîbûn pêk anî. Hevrêyê me Berxwedan bi coş û kelecan beşdarî gelek xebatên ku fedekariyeke mezin dixwazin, bû û bi vê tarzê tevlîbûnê ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêzê û di sala 2024’an de li dijî êrîşa dijmin bi lehengî şer kir û şehîd bû. Weke hevrêyên wî em soz didin ku armanca hevrê Berxwedan a ji bo Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin.”