TIŞRÎN – Ev demeke Dewleta Tirk a dagirker bi armanca dagirkirina Bendava Tişrînê, bi dijwarî êrîş dike. Şervanên QSD, YPG û YPJ’ê berxwedanekî dîrokî didin meşandin û wan êrîşan bi îsrar û îradeyek e mezin têk dibin.
Di nava berxwedêran de jinên ciwan ên bi navê Arîn Mîrkîn û Awant jî hene ku behsa berxwedana gel dikin û di heman demê de bang li ciwanan dikin ku di nava refên QSD, YPJ, YPG’ê de şer bikin.
Di nava şervanên ku li ber xwe didin de jinên ciwan ên bi navê Arîn Mîrkîn û Awant jî hene. Herdû jinên ciwanbi nûçegihana me bi wan re axivî, behsa berxwedana gel kir û di heman demê de bang li ciwanan kir ku di nava refên QSD, YPJ, YPG’ê de şer bikin.
Şervana Arîn Mîrkan stranek diyarî jinên ciwan ên têkoşer kir: “Navê min Arîn Mîrkan e û ji Efrînê me. Ez ji bo jinên ciwan ên di berxwedanê de cih girtine stranekê bêjim.”
Her wiha Awant anî ziman ku wan çawa moral ji berxwedana gel digrin û bang li ciwanan kir ku li eniyê bi hev re berxwedanê bikin:
“Navê min Awant Andok e û ez ji Efrînê me. Weke ku tê zanîn em jî weke jinên ciwan li eniya Tişrînê li kêleka JPY’ê şer dikin. Alîkariya gel a ji bo berxwedana li vê derê li eniyê moralek mezin dide. Em 2 meh in li vir berxwedaneke xurt didin meşandin û weke YPJ’ê jî me hêza xwe ya xurt di nava şer de girtiye.
Gelê me jî şehîd dikeve, ew hêzek nû û her weha hêrsa şerê ava dike. Em ê tola şehîdên xwe hilînin. Dewleta Tirk a dagirker wekî me ne bi çekên destan ên sade, lê bi çekên nûjen ên hewayî û jî bi çekên qedexekirî eriş diken. Le em li ber xwe didin, ji ber ku şer ne tenê li bendava Tişrînê ye li seransere Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ji bo we em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”