BREMEN – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Aurich ê bajarê Oldenburg ê eyaleta Bremen a Elmanyayê civîneke ciwanan li dar xistin. Ciwanên ku li Navenda Çanda Kurd a Aurichê hatin cem hev, bi nirxandina pêvajoyê dest bi bernameya xwe kirin.
Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî”, berxwedana gel a li Bendava Tişrînê û şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakurê Kurdistanê diqewimin hatin nirxandin. Piştî nirxandinan ciwanan sînevîzyona amadekirî ya bi navê “Rol û Mîsyona Ciwanên Kurd” temaşe kirin.
Piştî Sînevîzyonê ciwanan li ser erkên ciwanên Kurd ên li Ewropayê nîqaş hatin kirin. Ciwanên endamên TCŞ’ê destnîşan kirin ku divê gel ji bo silavkirina Şerê Gelê Şoreşgerî yê li Rojava li qadan bin.
Ciwanan bi gerandina govendê bi dirûşmeyên azadiyê dawî li çalakiya xwe anîn.