TIŞRÎN – Dewleta Tirk a dagirker ev 47 roj in êrîşên xwe yên li ser bendava Tişrînê ya ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Di êrîşên li ser nobedê gel li Bendava Tişrînê heta niha 21 welatî şehîd bûne û 203 kes jî birîndar bûne, lê belê, gelê herêmê bi îradeya xwe dev ji Bendav û ji şervanên xwe bernade. Gelên Reqa, Tebqa û Dêrazor jî îro nobedê xwe di roja xwe ya 3’emîn de berdewam kirin.
Hesen Dêrazor da diyar kirin ku Ereb, Sûriyan û Kurd ji Dêrazorê bi îradeya xwe hatin ji bo pişgiriya QSD bikin û anî ser ziman ku serkeftinê gelekî nêz e. Her wiha, banga gel kir ku şiyar bibe da ku rewşên weke yê ku li Minbicê pêk hat dubare nebe. Di dawiyê de xwestekê xwe yê ku hemû gelê herêmê berê xwe bide Bendava Tişrînê bilêvkir.
Ciwanekî din destnîşan kir ku ew hatin Tişrînê ji bo parastina Bendavê ji dewleta Tirk a dagirker û xwest dengê xwe bigihîne diniyayê ji bo ku mafên mirovan li wir werin parastin û bombebaranên dewleta Tirk bisekînin. Her wiha anî ser ziman ku hemû gelê wê derê sîvîl e, û gotinên dewleta Tirk a ku leşker tên hedef girtin derew in. Piştî wê da diyar kirin ku QSD gelê Sûriyê ye û divê êrîşên li dijî wê werin sekinandin.
Her wiha gelê Reqa, Tebqa û Dêrazorê bi gelek stran coşa xwe li Bendavê nîşan da.