MEXMÛR- Îro, li Wargeha Şehîd Rûstem Cudî ya Mexmûrê dewreyek perwerde ya ragihandinê bi tevlîbûna 6 ciwanên wargehê destpêkir. Dewreya perwerde di çarçoveya Atolya Ragihandina Ciwanan de tê dîtin. Perwerde li ser navê Şehîdên Çapemeniya Azad Nazim Daştan û Ş. Cîhan Bilgîn ku di 20’ê Berfanbarê 2024 di êrîşek hewayî de bûn nemir, hat vekirin.
Bi deqeyekî rêzgirtin ji bo Şehîdên Çapemeniya Azad bernameya perwerde dest pê kir. Di Roja yekem de ciwan li ser rola Ragihandina Ciwanan û Çapemeniya Azad niqaş kirin. Endamê perwerdeyê Rojhat Gungen got: ‘Dijmin ji ragihandina heqîqetê ditirse. Ji ber vê yekê xebatkarên ragihandinê ewqas tên hedef girtin. Em qemereya hevalên xwe li erdê nehêlin û xwe li ser şopên Şehîd Cîhan û Şehîd Nazim pêşbixin, civaka xwe ronî bikin.’