ŞENGAL- Dêras gundekî di dilê çiyayê Şengalê de ye. Ev gundê ku niha kes tê de nemaye, gundekî Xiristiyanan bû. Xanî hemû di zinaran de hatine kolandin û li ber deriyê gund dêriyek heye. Bi salan e jiyaneke komînal û ekolojîk wir de hatiye jiyankirin.
Her wiha ew jî cihekî ku di dema fermanê ku ji aliyê DAIŞê ve di sala 2014’an de hat kirin de wek parastgehek bû.