NAVENDA NÛÇEYAN – Di vê pêvajoya ku ji 7 heta 70 salî her kes bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di nava seferberiyê de ye û li ber xwe dide. gelên Bakûr û Rojhilatê Surî bi çêkirina xwarinên xweş destek dide şervanên QSD, YPG û YPJ’ê ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO berxwedanek dîrokî didin meşandin.
Şêniyên gundê Tuzincê yê Kobanê bi xwarinên ku amade dikin dixwazin moral bidin şervanên xwe û diyar dikin ku ew her tim li pişt şervanên xwe bin.
Şêniyên gundê Tosincê diyar kirin ku “Xwarina ku em çêdikin li gorî hewildana şervanên me ne tiştek e.” û da zanîn ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ti carî nikare vîna gel bişkîne û ewê her tim li pişt şervanên xwe bisekinin.
Şêniyên gund diyar kirin ku şervanên li eniyên şer li ber xwe didin, şerekî bi rumet dimeşînin û berxwedana şervanan bi dirûşma “Bijî Berxwedana QSD” silav kirin.