TÎCÎNO- Ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Ticino yê Swîsreyê li hev civiyan û li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Bendava Tişrînê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Di daxuyaniya li Gara Trenê de pankartên bi nivîsa “Rojava biparêzin, destûrê nedin dagirkeriyê” û ala Rêber APO û alên KCK û TCŞ’ê hatin rakirin.
Li dû kêliya rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê, endama TCŞ’ê Dîder Koçer Onder bi zimanê Tirkî daxuyaniyek da û bal kişand ser tecrîda li ser Rêber APO û diyar kir ku heta êrîşên li ser Rojava bi dawî nebin ew ê li qadan bin.
Dîder Koçer di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got; “Dewleta Tirk li çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî li Rojava li dijî gelê Kurd û destkeftiyên gelê Kurd polîtîkaya êrîşê ya berfireh dimeşîne. Bi van êrîşan re armanc dike ku destkeftiyên demokratîk, civakî û çandî yên ku gelê Kurd bi têkoşîna salan bi dest xistiye ji holê rake û bi polîtîkayên qirkirinê gelê Kurd tine bike.
Têkoşîna gelê Kurd a ji bo xwerêveberî, azadî û wekheviyê mifteya bingehîn a aştiya herêmê û jiyana hevbeş a gelan e. Lê belê dewleta Tirk bi zext, mêtingerî û tundiyê hewl dide vê têkoşînê bitepisîne û ne tenê gelê Kurd, hêviyên azadiyê yên gelên herêmê jî dike hedef. ”
Endamê TCŞ’ê Aram Pîrsus jî piştî Dîdar Koçer daxuyaniyek da û got, “Dewleta TC a faşîst û çeteyên wê bi hemû derfetên xwe yên teknolojîk li dijî gelê Kurd şerê tinekirinê dimeşîne. Armanca wan qirkirina gelê Kurd e. Em Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Êrîşên dagirkeran çi dibin bila bibin, ciwanên Kurd wê heta dawiyê Rojava biparêzin. Heta ku êrîşên li ser Rojava neqedin em ê qadên xwe terk nekin. “Em weke Tevgera Ciwanên TCŞ’ê bang li hemû gelê Kurdistanê dikin ku rabin ser piyan û parastina xaka Kurdistanê û gelê Kurdistanê bikin.
Daxuyaniyê dirûşmeyên “Bi Serok Jiyan Nabe”, “Ciwan fedaiyên Rêber APO ne”, “Bijî YPG’ê”, “Siyamo tuttî PKK”, “Terora dewleta faşîst a Tirk”, “Qatil Erdogan” hat bi dawî kirin.