KOBANÊ- Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi boneya salvegera 10ˋemîn a rizgarkirina Kobanê û salvegera 11ˋemîn a damezrandina Rêveberiya Xweser meşek li dar xist. Di meşê de bi dehan şêniyên Kantona Firatê beşdar bûn.
Meş ji pêşiya têketina Kobanê dest pê kir heta Pakrewangeha Şehîd Dicle çû.
Li pakrewangehê deqeyek rêz hat girtin, dûre hevseroka Desteya Werzîşê û Ciwanan a Kantona Firatê Avaşîn Misto şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn û got ew li hember têkoşîn û fedekariya şehîdan a di oxira aştî li welat misoger bibe de, bejna xwe ditewînin.
Avaşîn Misto diyar kir ku salvegera 11`emîn a damezrandina Rêveberiya Xweser û salvegera 10ˋemîn rizgarkirina Kobanê li lehengên doza azadiyê ku canê xwe feda kirin pîroz be û got: “Bi saya şehîdan em îro van rojên pîroz dijîn. Şehîdên me li hember çeteyên hov ên DAIŞ`ê fedakariyên mezin raber kirin û çete têk birin.”
Avaşîn diyar kir ku di berxwedana dîrokî ya Kobanê ya 2014ˋan de ya jinan roleke girîng list û got: “Tevahî jinan rihê xwe ji berxwedana dîrokî ya Kobanê wergirt. Em ê her li pey şehîdên xwe û êrişên dijmin têk bibin.”
Piştre mûm li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya Kobanê mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.