MEXMÛR- Doh şev, li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmurê di pêşengtiya TJCM û TCM de çalakiyek silavkirina Berxwedaniya dîrokî ya Tişrînê li darxistin. Bi dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Tişrînê’ ciwan bi tililiyên xwe yên germ, di def, davul, al û Pankartên xwe ve di Wargehê de meşiyan. Gelê Mexmûrê ji bi bi lêdana kornayan piştgirî dan meşa ciwananç Piştî gera berfireh di giştî Wargehê de, ciwan berê xwe dan Meclîsa Ciwanan. Vir de ji aliyê endama TCM Kajîn Ozerk ve daxuyaniyek hat dayîn.
Daxuyani bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî Şehîdên Berxwedana Tişrînê despêkir. Di daxuyaniyê de Berxwedana Bendava Tişrînê hate silav kirin. Kajîn Ozerk da zanîn ku weki jinên ciwan u ciwanên Mexmur piştevaniya xwe ji bo berxwederên Tişrînê rêdikin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Bendava Tişrinê bi xwîna ciwanên Kurd û xwîna gelê berxwedêr hate avdan. Civaka me cihê ku xwin lê bê rijandin, ji dijmin re nahêle. Heya damleyek xwîn di vê gelê de maye, wê li ber xwe bidin. Wê Tişrinê ji neyaran re bikin goristan. Dubare em weki jin u ciwanên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî em silavê xwe rêdikin ji Berxwedêrên Bendava Tişrînê û em heya dawiyê pişgiriya gel û şervanên xwe dikin. Wê kes nikare iradeya gelê Kurd bişkine.”
Çalakî bi silogana:
BİJİ BERXWEDANA TİŞRİNÊ.
BİJİ BERXWEDANA QSD’Ê
ŞEHİT NAMİRİN’ bi dawî bû.