Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Xwendekarên Tenduristî yên Heseke: Ji bo Sûriyekî azad û nenavendî li dijî êrîşên dagirkeriyê rawestin

Edîtor: Çekdar Amed
26/01/2025 - 12:55
di nav Ciwan, Daxuyanî, Êrîşên Dagirkeiyê, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rojava, Xwendekarên
Reading Time: 4 mins read
A A
Xwendekarên Tenduristî yên Heseke: Ji bo Sûriyekî azad û nenavendî li dijî êrîşên dagirkeriyê rawestin
ParvekeTweet

HESEKE – Xwendekarên Peymangeha Tenduristî ya Heseke derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî li ser Bendava Tişrînê daxuyaniyekî dan. Xwendekar şervanên QSD û nobedê gel li Tişrînê silav kirin û destnîşan kirin ku êrîşên dewleta Tirk li ser Bendavê metirsiyekî mezin li ser herêmê ne. Her wiha, banga raya giştî kirin da ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê rawestin û Sûriyekî azad, demokratîk û nenavendî ava bikin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Daxuyanî ji Raya Giştî re:

Zêdeyî mehekê ye ku li Bendava Tişrînê, li Bendava Şehîdan rastî êrîşên herî hovane yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi topbarana tund û êrîşên hewayî yên bênavber tê.

Ev êrîş dibin metirsiyeke rasterast li ser derketina bendavê ji xizmetê, ku dibe sedema karesateke mirovî û jîngehê ya giran bo herêmê û navçeyên derdor.

Bendav ji xizmetê derkeve dê bibe sedema herikîneke mezin a avê, ku dê di encamê de deverên berfireh ên zeviyên çandiniyê di bin avê de bihêle û gund û deverên derdora çemê Firatê bifetisîne.

Balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker karwanê sivîlan a li bendavê, ku bi hezaran şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav de ne û erebeyên Heyva sor a Kurd kirin armanc. Ew gelê me ku bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser bendavê û piştgiriya xwe ji QSD’ê re ber bi bendavê ve diherikîn hedef girtin. Di encana êrîşa hovane de, 21 ji sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 203 jî birîndar bûn.

Em dibînin ku ev hemû binpêkirin li ber çavê hemû cîhanê pêk tên, bêyî ti şermezarkirin û bertek li hember metirsiya li ser jiyana sivîlan û binpêkirina rêgezên mafên mirovan were diyarkirin.

Ji vî alî ve em bang li civaka navdewletî û hevpeymaniya navdewletî dikin ku erk û berpirsyariya xwe yên mirovî û exlaqî yên li hember gelên herêmê bi cih bînin û ji bo rawestandina bombebarana berdewam û tundiya Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên lezgîn bigirin. Ji bo ku karesateke mirovî li herêmê rû nede û parastina sivîlan û binesaziyê misoger bibe.

Bi navê peymangeha Tenduristî ya bajarê Hesekê em van êrîşên hovane yên li dijî sivîlan, ku armanca wan şikandina vîna gel û berxwedana dîrokî û tunekirina hebûna Kurdan e, bi tundî şermezar dikin. Îradeya azad a gelê me û sekna wan a di pêngava bendava Tişrînê de, fedakariyên mezin ên hêzên me, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jin ku mezintirîn destanên lehengiyê li ber çavan dinivîsin, bi rêzdarî silav dikin.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dê vê berxwedana mezin ji bîr nekin, ku wê bi tîpên zêrîn bê nivîsandin da ku nifşên paşerojê bikaribin wateya rastîn a berxwedanê fêr bibin.

Em bang li hemû gelên ku bi hesreta azadiyê ne û bi rûmet bijîn dikin ku ji bo li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a ku niha bi hevgirtina me, bi hêza îradeya me re ewlekarî û rewşa herêmê dixe xetereyê bisekinin, mil bidin milê hev û dagirkeriyê têk bibin û serketinê bi dest bixin. Em ê bibin mertalê xurt ê hêzên xwe.

Rêz û hurnetî ji bo şehîdên leheng.

Ji birîndaran re şifaya lezgîn.

Bijî Sûriyeyeke azad, demokratîk û nenavendî.

Bijî biratiya gelan.”

 

1 Ji 4
- +

1.

2.

3.

4.

Her wiha, xwendekarên Peymangeha derbarê êrîşên dagirkeriyê û erkên gelê welatparêz axivîn û diyar kirin ku amade ne ji bo pişgirî bidin QSD û gelê ku nobed li Tişrînê digire di warê tenduristiyê de.

 

1 Ji 9
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

1000 Silav Ji Tişrînê Re

Nivîsa Pêş

Li Winterthur Festîvala Ciwanan

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
Li Winterthur Festîvala Ciwanan

Li Winterthur Festîvala Ciwanan

Ciwanên Heseke bi meşekî berxwedana li Tişrînê silav kirin

Ciwanên Heseke bi meşekî berxwedana li Tişrînê silav kirin

Manşet

  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Em di bin siya darên welatê xwe ya xweşîk de dibin hevalê hevdû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dêrazor komxebat li ser Doza Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.