WÎNTERTHUR – Li bajarê Winterthur ê Swîsreyê ji aliyê ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ve Festîvala Ciwanan hat lidarxistin. Di çalakiyê de li ser Rastiya Rêbertiyê semînerek hat dayîn. Piştî semînerê çalakî bi nîşandana sînevîzyonê û banga beşdarbûna Meşa Dirêj berdewam kir.
Di semînerê de; Qala hevdîtinên bi Rêber APO re hatin kirin, hate destnîşankirin ku rêya xurtkirina destê Rêber APO berfirehkirina têkoşînê ye.
Di berdewamiya çîrokê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst, qirker û çeteyên SMO yên hevkar ên li dijî Rojava hate kirin.
Di dawiyê de banga tevlîbûna çalakiya Meşa Dirêj a ku wê di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re Çareserî” di 9’ê Sibatê de li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê destpê bike, hate kirin.
Piştî semînerê bername bi sînevîzyona der barê Meşa Dirêj berdewam kir.
Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.