HESEKE – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Heseke ji bo pişgiriya şervanên QSD û gelê ku li Bendava Tişrînê nobed digire û ji bo bîranîna şehîdên wê berxwedanê meşekî li darxistin.
Nêzî 150 ciwanan beşdarî meşê bûn ku li Çarxereya Sînalko dest pê kir. Ciwanan alên TCŞ, YJC û Rêber Apo û wêneyên şehîdên berxwedana Tişrînê hildan. Meş bi dirûşmeyên pişgiriya berxwedana QSD û Tişrînê heya Baxxçeya Rêber Apo berdewam kir.
Li wir li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan axaftinekî hat kirin. Di serî de hemû şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê hatin bibîranîn. Piştre hat diyar kirin ku ew weke ciwan li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li Tişrînê jî li tijî dagirkeriyê disekinin. Her wiha, bang hat kirin ku tevahî tevgerên ciwanan li beramberî êrîşên dagirkeriyê Tirkiyê bisekinin. Di dawiyê de ciwanan banga li azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo kirin.