FRANKFURT – Ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê festîvala ciwanan li dar xistin. Di çalakiya ku bi sedan ciwan lê amade bûn de, rola ciwanan a di azadiya fîzîkî ya Rêber APO de hate dest girtin. Ji bo Meşa Dirêj a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO bang li ciwanên li Ewropayê dijîn hat kirin.
Salon bi wêneyên şervanên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne hate xemilandin. Bername bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir. Li dû deqîqeya rêzgirtinê axaftin hatin kirin; Bal hat kişandin ser tecrîda li ser Rêber APO û rola ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn di têkoşînê de. Her wiha bal hat kişandin ser pîvanên welatparêziyê û pêwîstiya ciwanan a mezinkirina têkoşîna azadiya Kurdistanê.
Piştî axaftinan, sînevîzyona li ser Rêber APO û Şehîdan hate nîşandan.
Çalakiya ku hunermendên herêmî lê amade bûn bi govend û bi stranan dewam kir.
Ciwanan bi coşeke mezin festîval bi dawî kirin.