TÎŞRÎN- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO yên girêdayî wê yên li ser Bendava Tişrînê dewam dikin. Ji 8’ê Kanûnê û vir ve dewleta Tirk a dagirker li ser bendavê û derdora wê êrîşên hewayî pêk tîne. Li aliyê din ji 8’ê Çileyê ve gelên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo piştgiriya QSD’ê li bendava Tişrînê dest bi çalakiya nobedê kirine. Di encama gelek bombebarankirina bendavê û derdora wê de, bi dehan sivîl hatin kuştin û zêdetirî 200 sivîl jî birîndar bûn.
Şervanên YPG û YPJ’ê yên di eniyên pêş ên Berxwedana Serdemê ya Tişrînê de berxwedana dîrokî dikin ji ajansa me re axifin. Şervanan di axaftinên xwe de xîtabî ciwanan kirin û banga xwedîderketina li berxwedana dîrokî kirin.
Şervana YPJ’ê Yildiz Çiya Kobanê diyar kir ku parastina xaka xwe û parastina gelê xwe ji çeteyên dagirker, ji bo hemû şervanên YPG’ê û YPJ’ê erka herî girîng û bingehîn e,û wiha berdewam kir “Êrişên ku tê meşandin êrîşê qirkirinê û talankirinê ye. Ji bo parastina gelên xwe bikin, ji bo parastina welatê xwe û axa xwe bikin wek şerwanên YPG, YPJ çi ji destê me were emê bikin. Îro YPG-YPJ berxwedaniyekî dîrokî ku hemû dunya jêre bûye şahîd dide meşandin. Ji bo şerê dagirkeriyê em tek bibin emê berxwedaniya xwe bibin asta serkeftinê.”
Şervana YPJ’ê diyar kir ku ji bo serketinê bê guman bedelên giran hatine dayîn û got, “Edî çeteyên dewlata Tirk a dagirker beramberê me nikarin şer bikin. Berxwedaniya ku ji aliyê me ve tê meşandin xwe nikarin bigihinin vî astê. Nikarin beramberê îradeya me û baweriya me xwe bigrin. Her ku diçe tek dibin, paşde vedigerin. Di şerê wan de jî diyare ku ewana bi perê şer dikin. Di wan de îrade nîne ji ber wî jî her ku diçe tek diçin.”
Şervanê YPJ di dawiya axaftina xwe de bang li her kesî kir ku tevlî nava refên berxwedanê bibin û got, “Em berxwedana xwe bi serketinê tacîdar bikin, em yek bi yek tola hevalên xwe yên şehîd hilînin.”
Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Rojger Egîd jî diyar kir ku li Tişrînê berxwedaneke mezin tê meşandin û wiha got: “Em çalakiyên xwe yên li dijî êrîşên dijmin didomînin. Êrîşên dijmin çiqasî tund bin, balafirên şer çiqasî werin ser me em ê naçin, dev ji bendava xwe berdin, em ê bi ser bikevin.”
Rojger Egîd ku weke endama Tevgera Ciwanên Şoreşger beşdarî Berxwedana Serdemê ya Tişrînê bûye got, ” Em bangawaziya hemû ciwanên me û jinên ciwan dikin werin seda xwe biparêzin. Em di vî şerê de bi serkeftî derbikevin. Em gelê xwe û welatê xwe biparêzin.”
Şervanê QSD’ê Aram Hemdî Nebî di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Ez weke endamekî QSD’ê cihê xwe di nava berxwedana Tişrînê de digirim. Bangawaziya me ji bo hemû kesan ciwanên me destê xwe bidin destê QSD. Berxwedan Jiyan e. Em dest ji dest bernadin. Bendava Tişrînê, ev bendava me ye, ev bendava şehîdan e, em ê heta dawiyê biparêzin.”