ŞENGAL- Welatiyên Şengalê bertekên xwe li hember komkujî û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ku ji 8’ê Kanûnê ve bênavber li dijî gel û axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne, anîn ziman.
Welatiyên ku ji ajansa me re axivîn diyar kirin ku divê komkujî bên bihîstin û ew her tim li cem gelê Rojava ne.
Welatiyan behsa şehadeta şanogerê navdar ê Kurd Bavê Teyar jî kirin û diyar kirin ku şehadeta Bavê Teyar gelê Ezîdî gelek xemgîn kiriye û ew ti carî nayê jibîrkirin.
Welatiyê Şengalî Xalid diyar kir ku bi şehadeta lîstikvanê şanoyê Bavê Teyar ê ku çend roj berê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser gelê li bendava Tişrînê de, şehîd bû, gelekî bi bandor bûye û got, “Beriya her tiştî mirovekî rast bû, mirovekî ku dikaribû bikeve mala her kesî, ji zarokan heta mezinan di dilê her kesî de cih girtibû. Ew Kurdekî resen bû, Kurdekî camêr bû.”
Xalid diyar kir ku divê Kurd bibin yek û got, “Dixwazin komkujiyên di sala 2014’an de li ser gelê Şengalê pêk anîn, li Rojava jî pêk bînin. Pêwîste hemû gelê Kurdistanê li hemberî dijmin destê xwe bidin hev. Heta destên xwe nadin hev, êrîşên dagirkeriyê yên ku 10 sal in berdewam dikin dê 100 salên din jî bidomin.”
Welatiyê ji Şengalê axaftina xwe wiha domand: “Mesele ne tenê êrîşên dewleta Tirk a dagirker e, em bi xwe jî parçe bûne, hevûdu dikujin, dijminatiya hev dikin. Lê ger em destê xwe bidin hev, dewleta Tirk a dagirker ti carî nikarîbû êrîşî me bike û me tune bike. Herî dawî em bi can, bi dil û bi rûh li cem gelê xwe yê Rojava ne.”
Welatiyekî din ê Şengalê jî got ku “Şehîdbûna Bavê Teyar êşeke mezin anî serê me.” û axaftina xwe wiha domand: “Bavê Teyar nemiriye, wê her bijî. Kurdistan bi xwîna şehîdan were avakirin, bi dayîna berdêlan tê vakirin.”
Welatiya dilsoziya xwe bi gelê Rojava re anî ser ziman axaftina xwe wiha domand: “Gelê Rojava gelê me ye. Divê em piştgiriya xwe ji wan negirin. Dewletan dijminatiya gelê Kurd dikinû heta niha li dijî tu êrîşan derneketine. Sivîl tên qetilkirin, divê em li hemberî vê yekê dengê xwe bilind bikin. Divê em têbikoşin. Bêyî ku berdêl bidin em nikarin tiştekî ava bikin.”