TÎLTEMÎR- Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçeya Tiltemir a Hesekê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, guhertina rejîma Sûriyê û geşedanan civînek li dar xistin.
Hejmarek zêde endamên Kongra Star û Yekîtiya Jinên Ciwan beşdarî civînê bûn. Di civînê de ku berdevkên Kongra Star ên Tiltemir ji civînê re rêvebertî kirin, girîngiya hevgirtina jin û jinên ciwan, rol û mîsyona jinên ciwan di vê pêvajoyê de hatin nîqaşkirin.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê destpê kir û ev hal hatin ser ziman.
“Kîjan sazî, meclîs û tevger, îdeolojiya wê ninbe, wê ji holê rabe. Rejîma Sûriyê dema ku hate damezrandin dibe ku di destpêkî de xwedî armanceke demokratîk be, lê ji bo berjewendiyên xwe û malbata xwe ketiye xizmeta dewletên derve. Rejîma Sûriyê tenê xizmeta beşeke pir biçûk ji xelkê Ereb kir. Lê li vir ji gelek netew û baweriyên cuda, Kurd, Suryanî, Ermenî hebûn. Ji ber vê siyasetê di rojekê de hat rûxandin. Dewleta Tirk a dagirker, ji vê firsendê sûd werdigire, ji valahiya ku niha heye sûdê werdigire û êrîşî me û xaka me dike. Helbet em jî li dijî vê têdikoşin û di heman demê de xebatên xwe yên dîplomatîk jî dimeşînin. Ji bo rawestandina êrîşên heyî em bi gelek partî û dewletan re têkiliyên xwe geş dikin. Her wiha têkoşîn û berxwedaneke awarte ya gel tê meşandin û ev berxwedan îro jî bi biryardariyeke mezin didome.”
Piştî nirxandina pêvajoya siyasî, rolên ku divê jinên ciwan û jin di pêvajoyê de bilîzin, hatin nîqaşkirin. Bi taybetî bal hate kişandin ser erka pêşengiya jinên ciwan. Piştî nirxandina endamên desteyê beşdaran jî mafê axaftinê girtin û nirxandinên xwe anîn ziman.
Civîn piştî nîqaşên berfireh bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.