NAVENDA NÛÇEYAN- Milisên Azadiya Kurdistanê (MAK) bi armanca pîrozkirina 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê, di 26’ê Çileyê de li Geverê li dijî wesayîteke zirxî ya ku dixwest bikeve qada pîrozbahiyê, ji du aliyan ve çalakiyek bi teqemenî û fîşekên hewayî li dar xist.
MAK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya têkildarî çalakiyê de got, “Di encama pevçûnan de gelek maşînên zirxî hatin derbkirin û dagirker ji qadên berxwedanê vekişiyan.”
Daxuyanî wiha ye:
“Milîsên MAK’ê serkeftina Kobanê bi çalakiyên li Geverê silav kirin. Di çalakiyan de gelek wesayîtên zirxî hatin derbkirin.
26’ê Çile saet 20:30’an de milîsên me li Taxa Baregeha Kevin a Geverê daketin qadan û serketina Kobanê pîroz kirin. Milîsên me yên ku agir pêxistin û berxwedana Kobanê silav kirin, demeke dirêj bi fîşekên hewayî pîroz kirin. Hêzên me di saet 21.30’an de pankarta “Em ê li Rojava û Tişrînê ji bo azadiya Geverê têbikoşin. Bijî PKK û YPG” ji bo silavkirina berxwedana Rojava û Bendava Tişrînê daliqandin. Di saet 22:20’an de jî hêzên me bersiv dan leşkerên artêşa Tirk a dagirker ku bi maşînên zirxî êrîş birin li ser qadê. Milîsên me ji du aliyan ve bi bombeyên destan û fîşekên hewayî li dagirkeran xistin. Di encama pevçûnan de gelek maşînên zirxî hatin derbkirin û dagirker ji qadên berxwedanê vekişiyan.”