STUTTGART – Li navçeya Esslîngen a bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, di çarçoveya pêngava “Li dijî qirkirina çandî xwe biparêzin” civîn hat lidarxistin. Bal hat kişandin ku divê ciwan li hemberî Polîtîkayên Şerê Taybet çawa çanda xwe biparêzin.
Çalakiya ku bi sedan ciwan û Kurdistanî beşdar bûn, li dû deqîqeya rêzgirtinê sînevîzyona ji bo bîranîna şehîd Sara Tolhildan, Rûken Zelal, Erdal Şahîn, Rojhat Zîlan, Rojger Hêlîn û Asya Alî hate pêşandan. Piştî sînevîzyonê li salonê dirûşmeyên “Şehîd Namirin” hatin berzkirin.
Di axaftinan de soza pêkanîna îdealên şehîdan hat dayîn. Her wiha hate destnîşankirin ku divê pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” bi pêşengiya ciwanên Kurd bê berfirehkirin.
Di dawiya axaftinê de banga tevlîbûna çalakiya “Meşa Dirêj” ku di 9’ê Sibatê de li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê bi pêşengiya ciwanan tê lidarxistin, hat kirin.
Piştî axaftinan hunermendên Kurd Bîrhat Kurdî, Rêber Davran, Hozan Cömert û Seher Stran derketin ser dikê. Ciwanan bi coşeke mezin bi dirûşmeyan govend gerandin.