HESEKE – Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk û mamosteyên bajarê Heseke ji bo silavkirina berxwedana li Bendava Tişrînê meşekî û pişgiriya şervanên QSD girseyî li darxist. Bi sedan xwendekar û mamosteyên dibistanên Heseke beşdarî meşê bûn.
Meş li Çarxereya Sînalko dest pê kir û li Çarxereya Îtfayîyê bi dawî bû. Xwendekar dirûşmeyên “Berxwedan jiyan e”, “Bijî berxwedana QSD” û “Bijî berxwedana Tişrînê”.
Di dawiyê meşê de endamê Yekîtiya Xwendekaran Orhan Kobanê axivî û pişgiriya xwe ji bo şervanên Hêzên Sûriyê Demokratîk nîşan da. Her wiha, berxwedana gel li Tişrînê silav kir û şehîdên vê berxwedanê bibîranî.
Xwendekarên ku beşdarî meşê bûn axivîn û hedefên wê diyar kirin. Her wiha, peyamê xwe ji bo şervanên QSD û berxwedêrên Tişrînê anîn ser ziman.