HELEB – Ji bo şervanên Hêzên Komandos ên QSDˈê Baran Efrîn (Sebrî Henan) ku 17ˈê Çileyê di berxwedana li Bendava Tişrînê şehîd bûbû û Fîras Kobanê (Nîdal Ehmed) ku 3ˈyê Kanûna 2024ˈan di berxwedana li Şehbayê de şehîd bûbû, merasîma bîranînê li Qada Şehîdan a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat lidarxistin. Bi dehan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdarî merasîma bîranînê bûn ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat organîzekirin.
Di merasîmê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Aryan Qamişlo axivî. Aryan bal kişand ser êrişên siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û got hewldanên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên derxistina fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de têk çûn.
Aryan bi domdarî got: “Duh me salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir. Em bi israr û biryar in ku berxwedana xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî berdewam bikin. Em ê şopdarên rêya şehîdan bin û herêmên xwe biparêzin.”
Di merasîmê de endamê Meclisa Leşkerî ya Helebê Zagros Heleb jî bal kişand ser berxwedana gel a li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: “Dewleta Tirk a dagirker rojane êrişî gelê me dike. Gelê me li hemberî van êrişan bi îradeyeke xurt li ber xwe dide. Em ê nehêlin dagirker êrişî destkeftiyên me bikin. Em ê bi rih û canê xwe destkeftiyan biparêzin.”
Bi navê malbata şehîd Fîras, Meryem Hemo jî li ser kesayeta şehîd Fîras axivî û ev tişt anî ziman: “Şehîd Fîras çalak bû, ji karê xwe hez dikir û ji bo gelê xwe bê teredud canê xwe feda kir. Divê em jî dilsozên keda wî bin û rêya wî temam bikin.”
Piştî axaftinan wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Merasîm bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.