MARÎGNANE – Li bajarê Marignane yê Fransayê ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li ser rol û mîsyona ciwanan semînerek li dar xistin.
Semîner bi dirûşmeya “Niha dema berxwedanê ye û ciwan li Rojava dîrokê dinivîsin” dest pê kir. Di semînerê de nirxandinên Şehîd Baran Mawa û Endamê Komîteya Ciwanên PKK’ê Ozgur Şerker ên têkildarî pêvajoyê hatin xwendin û nîqaş hatin kirin.
Ciwanên beşdarî semînerê bûn diyar kirin ku “yekane çareseriya li dijî ruhê pêvajoyê berxwedan e û hêza vê berxwedanê ji Rêber APO digirin” û gotin, “Li dijî ruhê pêvajoyê wê bi berxwedanê bi ser bikevin.” .
Agir Serhed ku li ser navê TCŞ’ê di semînerê de axivî, got; “Pîvana me hevrêyên me yên duh li Zap, Avaşîn, Metîna û îro jî li Bendava Tişrînê li ber xwe dan. Çawa ku Rêber APO diyar kir, yê ku vê dîrokê biguherîne û ji nû ve binivîsîne dîsa em ciwan in. Em ê bi vî ruhî li ber xwe bidin.”
Di dawiya semînerê de sînevîzyona ji bo bîranîna şehîd Baran Mawa hate pêşandan.
Bername bi dirûşmeyên “Bijî Rêber APO”, “Ciwan fedaî APO”, “Şehîd Namirin” bi dawî bû.