LINZ- Ciwanên endamên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) li bajarê Lînz ê Awûstûryayê meşek meşaleyî li dar xistin. Di meşê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst, dagirker û çeteyên SMO yên girêdayî wê yên li ser gel û axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin protestokirin.
Ciwanên endamên TCŞ’ê ku di meşê de alên YPG û YPJ’ê vekirin, berxwedana dîrokî ya Rojava û Bendava Tişrîn silav kirin.
Di meşê de ciwanan gelek caran bê navber siloganên “Bijî Rojava”, “Bijî Tişrînê”, “Bijî QSD” û “Bijî Rêber APO” berz kirin û kolan tijî kirin.
Ciwanan diyar kirin ku heta êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO yên li dijî Rojava bi dawî nebin, ew ê herêmên xwe neterikînin û destnîşan kirin ku divê li her qadê bi ruhê serhildanê berxwedan bê meşandin.