NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên ji çar aliyê Ewropayê di 9-14’ê Sibatê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO li hev kom dibin. “Meşa Dirêj” ya îsal dê li pênc bajarên Elmanyayê deng vede, ji Heilbronn dest pê dike û bajarên Ludwigsburg, Stuttgart, Offenburg û Freiburg im Breisgau vedigire. 15’ê Sibatê wê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê Meşa Mezin bê lidarxistin. Beşdar wê hefteyekê li dijî faşîzm û metîngerî bi hev re bimeşin û peyameke xurt a hevgirtinê bidin.
Ji Heilbronn heta Strasboûrgê Yek Deng Rabû: Ji bo Rêber APO Berxwedan!
Meşa ku wê di 9’ê Sibatê de li Heîlbronnê destpê bike wê di 10’ê Sibatê de start bide. Beşdarên çalakiyê wê li her bajarî bi dirûşmeya “Azadî ji Rêber APO re, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” bên gel hev. Meş ji protestoyekê wêdetir e; Ev jî wê bibe sembola têkoşîna azadiyê ya gelan.
Bi her pêngavê re wê hêviyek ji bo têkoşîna hevpar a gelan were ronîkirin. Dirûşma “Bijî Serok APO” wê li her bajarî deng vede.
Çalakger wê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêber APO protesto bikin, wê li dijî pergala îşkenceya li Îmraliyê jî dengê xwe bilind bikin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO têbikoşin.
Ciwanên Yekbûyî, Têkoşîna Yekbûyî
Tê payîn ku ji Fransa, Elmanya, Swîsre, Awûstûrya û welatên din ên Ewropayê bi sedan ciwan beşdarî çalakiyê bibin. Di tevahiya meşê de civakeke ku her ku diçe mezin dibe, wê bibe sembola berxwedanê. Ciwan wê di navbera 9-14’ê Sibatê de bibin yek û peyameke mezin bidin: Heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk were ev têkoşîn wê bidome!
Rêwîtiya çalakiya ku wê roj bi roj dewam bike wiha ye;
09.02.2025 – Civîn – Landturmstrasse 4, 74080 Heilbronn
10.02.2025 – Roja 1 – Heilbronn
11.02.2025 – Roja 2 – Ludwigsburg – Stuttgart
12.02.2025 – Roja 3 – Stuttgart – Boeblingen
13.02.2025 – Roja 4 – Offenburg – Lahr
14.02.2025 – Roja 5 – Freiburg li Breisgau
15.02.2025 – Roja 6 – Strasbourg
Agahiyên Têkilî:
Email: [email protected]
Instagram: @mesa.direj2025
Telegram: @mesadirej2025