ŞENGAL – Komiteya Wezîşê ya Yekîtîya Ciwanên Êzidxanê ya Şengalê turnuvayekê ser navê Şehîd Kerîm dest pê kir.
Turnuvaya ku rastî alakayekî mezin hat 25 tîm cîhê xwe digrin. Turnuvaya ku îro hat destpêkirin navbera 6 tîman de lîstok hat listîn. Turnuva her roj piştî nîvro saet 2 heta 5 berdewam bike. Encamê lîstokan de wê di dawiyê de ji bo tîmê ku wê serbikevin diyarî were dayin.
Komîteya Werzîşê a girêdayê Yekitiya Ciwanên Ezîdxan da diyar kirin ku bi vî turnıvayê ve dixwazin şehîdên xwe her tim bibîr binin her wiha ji bo ciwanên Şengalê her tim aktiviteyên wek werzişî pêşbixinin da ku di nav ciwanan de jiyanekî civakîbûyîn û tendurîstî ava bibe.