REQA-Şeniyên bajarê Reqayê Mahmûd Bekir Abdullah û Îbrahim Abo Mihamed ji bo rewşa dawî ku Bakur Rojhilatê Suriyê pêşdikeve nirxand û nerînên xwe anîn ziman.
Abdullah di axaftina xwe da da diyar kirin ku li bajarê Reqayê gel di aramî de jiyan dike û tu pirsgerîkè wan nîne û wiha berdewam kir, “Li ver wek gelê Kurd û Ereb em bi hev re jiyan dikin û navbera me Kurd û Ereban pirsgerîkên me nînin. Em hêvî dikin ku çalakiya nobedê hîn xurtir be ji bo em bikaribin xwe bipaêzin ji bo kesek xerîb nekeve bajarê me. Yê ku dikeve vê bajarê û xirab dike kesên xerîbin tiştên xirab dikin û derdikevin. Zarokê vê welatê xirab nake.”
Herwiha da xuya kirin ku her kes karê xwe dike û her kes ji jiyana xwe kêfxweşe û di navbera Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û Xirstiyan de ferq nîne wek bira jiyan dikin lê kesên mîna Erdoxan dixwaze fitne û fesediyan di navbera van gelan de ava bike.
Mahmûd Bekir Abdullah di axaftina xwe de Berxwedana Tişrînê silav kir û wiha got, “Li wê derê Kurd jî heye, Ereb jê heye û Xirstiyan jê hene li ber xwe didin. Ji van deran jî sedan ereba ya gelê Ereb çûn bendava berxwedanê. Ey erdoxan te kesên çete anîne tu fon didi wan ji bo şer bikin û gelên heremê berdin hev. Ev xirabiya te bese. Tu çi ji me dixwazê, gel kêfxweşe tu pirsgerîke wan nîne. Ma ne em cîranê hevin bi sed salan, hezar salan em cîranin. Ey Erdoxan tu bê şerefê. Şeref bi tere heba te kesek xerîb ne dianî û te ser gelê Surî qetlîam pêknedanî. Tu ji Suriyan çi dixwazî? Tiştê tu dikî gunehe, hinekê ji xwe şerm bike ey xayîn. Wê dawiya te wekê Beşar û Sedam bê. Rojên te nêzin. Yê ku gelê xwe dikuje û cîranê xwe dikuje wê dawiya wê nêz be. Dev ji gel berde, aramiya wan xerab neke. Hun bi xwere jê ne başin ne tenê ji me re, dîroka we Tirkê faşit hemu xuyaye. Hun dixwazin hemû cihan dagir bikin û li ser kursê runin û ev jê ne mumkine. Eger hûn kesekî qetild bikin wê şuna wê 5 kes werin, eger 5 qetil bikin wê deh werin, deh biçin 15 wê berê xwe bidin bendava Tişrînê, tiştê ku tu pê difikrê ne mumkine.”
Îbrahîm Abo Mihemed jî di axaftina xwe de van xalan anî ser zîman: “Di rewşa heyê de îstiqrar heye û jiyana me normal e. Rewşê dawî ya êrîşan û her wekê din me henek dihêle em rehet nebin û li bendê ne ku jiyan carek din aram bibe. Ji bo şervanan em ji wan dibêjin xweda wan bi parîze û rêya wan pêk bêne em ji wan re xêrê dixwazin. Xwedê wan ji malbatê wan û welat re bihêle û biparêze.”