TÎŞRÎN- Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî şehîd û birîndarên xwe yên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê ya ji 8’ê Çileyê vir ve, berxwedana xwe bi biryardarî didomînin.
Şêniyên Cizîrê ku 2 roj berê nobedê ji gelê Kobanê girtibûn, bi qîrîna dirûşmeyan, bi stranên Erebî û Kurdî yên li ser bendavê, piştgiriya xwe ya ji bo şervanên QSD, YPG û YPJ’ê dubare dikin, û di berxwedana xwe ya destanî de israra xwe didin diyar dikin.