NAVENDA NUÇEYAN- Kovara Yekitiya Jinên Ciwan Silava bi diruşmeya “Bi Tekoşîna Jinên Ciwan Emê Dagirkeriyê Têkbibin, Suriyekê Demokrat Ava bikin” bi we re ye. Di vê hejmara de taybet mijara Çareseriya Rojhilata Navin hat destgirtin. Di vê pêvajoye de ku her dijwartir dibe lazime jinên ciwan çawa beşdarî pêvajor bibin, pêwîste çawa xwedî şoreşa jin derkevin tê nişan dan û di nivîsan de ser girîngiya pêvajoyê û taybet girîngiya azadiya fizikî ya Rêber APO hatiye bal kişandin.
Di Kovara Silava de çareseriyekê ji bo welatên Rojhilata Navîn li ser esasê pergala Netewa Demokratîk hatiye destgirtin. Çareserî ji bo Rojhilata Navîn çî ye? Em wek jinên ciwan dikarin pirsgirekên heyî çawa çareser bikin û li ser esasê azadiya jin pêşarojekê nû ji bo gelê Rojhilata Navîn çawa misoger bikin. Wek pirsên sereke hatine dest girtin.
Di perspektîfa Rêber APO de ku behsa wateya nasnameya gelan û girîngiya çareseriyekê demokratîk dike tê destgirtin. Di beşa Jineolojî Ciwan de mijara pergala Konfederalîzma Jin hatiye destgirtin. Her wiha di beşa tegeh de peyva “Demokrasî tê nasîn. Di beşa dîrokê de yek ji cihên herî kevinar re cîh hatiye dayîn.
Di kovarê de gelek mijar û nivisên curbecûr ku ji aliyê jinên ciwan ve hatiye nîvsandin benda we ne.
Hun dikarin navnîşanan jêrin xwe bigihînin Kovara Slava:
https://t.me/RagihandinJinenCiwan
https://t.me/jinenciwankurmanci