HESEKÊ – Şêniyên bajarê Hesekê, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Dewleta Tirk komkujiyan dike, cîhan xwe bê deng dike” li taxa Miftî ya bajarê Hesekê meşeke girseyî li dar xist.
Meşê ji Çerxerêya Kevokê dest pê kir û heya Çerxerêya Şehîd Serhed a taxa Miftî ya bajarê Hesekê dom kir. Di meşê de wêneyên şehîdên berxwedana Tişrînê, alên QSD û pankartên “Ji dagirkeriya Tirk re na”, “Na ji kuştina sivîlan re” û “Em ji balafiran natirsin” hatin bilindkirin û dirûşmên “Bijî berxwedana Tişrînê”, “Bijî berxwedana QSD’ê” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Meş li Çerxerêya Şehîd Serhed veguherî mîtîngê. Piştî deqayekî rêzgirtinê li beramberî şehîdên şoreşê, endamê Meclisa PYD’ê ya bajarê Hesekê Ferhan Dawid axivî.
Ferhan Dawid di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û da zanîn ku li Sirînê û li gundê Um Mermele yê bajarê Zirganê li dijî gel komkujî pêk anîne.
Ferhan Dawid destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dev ji kiryarên xwe ên li dij mirovî bernade û diyar kir ku li dijî gelên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiyan pêk tîne.
Ferhan Dawid di berdewama xaftina xwe de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser bendava Tişrînê jî û diyar kir ku gel bi berxwedana xwe, armanca dewleta Tirk a dagirker ku her roj nobetdarên bendavê dike hedef, diparêze û wê heya dawiyê wê biparêze.
Ferhan Dawid di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên navneteweyî kir û got: “Bi rola xwe ya garantor rabin û van êrişan bidin rawestandin.”
Ciwan û welatiyên ku beşdarî meşê bûn axivî û helwestê xwe nîşan dan.