ST.PÖLTEN- 15 ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TekoJin li bajarê ST. Pöltenê a girêdayê Avusturya li ser Şerê Gel ê Şoreşgerî perwerdeyek li dar xistin.
Di perwerdeya ku li ser rola ciwan û jinên ciwan di Şerê Gel ê Şoreşgerî de hat destgirtin nirxandinênên Harûn APOYÎ yên li ser mijarê hatin temaşekirin.
Di nirxandina ku pêvajoya şoreşa Rojava û Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî hatin tamaşekirin de, erk û berpirsyariyên ciwanan jî hatin vegotin.
Ciwanan piştî temaşekirina nirxandinên Harûn APOYÎ yên li ser mijarê, Cureyên Şer, Yekîtiya Neteweyî û rola Şoreşa Rojava ya di qada navneteweyî de nirxandin. Di nîqaşan de bal hat kişandin ser girîngiya yekîtiya neteweyî a Kurd û rola ciwanan a di Şerê Gel ê Şoreşgerî de.
Perwerde bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Serok APO” bi dawî bû.