BERLÎN- Jinên ciwan ên endamên TekoJIN (Jinên Ciwan ên Têkoşer) li bajarê Berlîn ê Elmanyayê sînevîzyonek li ser komkujiya dewleta Tirk a faşîst a li ser sivîlên Rojava li dar xist.
Di pêşandana sînevîzyonê de bal hat kişandin ser encamên muhtemel ên rola Almanyayê ya li herêmê bi alîkariya aborî û şandina çekan ji dewleta Tirk a dagirker re.
Di dema pêşandana sînevîzyonê de, broşur û belavokên têkildarî rewşa di encama êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava de hatin jiyîn hatin belavkirin.
Di çalakiyê de; hat destnîşankirin ku divê dewleta Elman dawî li polîtîkayên xwe yên alîkariya çek û malî ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker bîne.
Jinên ciwan diyar kirin ku heta êrîşên dewleta Tirk a faşîst a dagirker ên li ser Kurdistanê raweste ew ê li qadan têkoşîna xwe bidomînin.