NAVENDA NUÇEYAN- Ji Hevala wî ya Tekoşînê, Ji Bo Bîranina Şehîd Ronahî Yekta
“Ji tavê heta ronahiya kû dide li ser erdê, navê wê Arşîn weke qurşîne, nûra wê dide çavan û dibe stêrkên li ezman, ey xwedawanda roj û heyîvê, ey keziyên henekerî pêlên porên wê mîna pêlên neherê, mîna dicle û firat dirêj. Li wê derê serê xwe li ser keverên çemên wê danî û kete xewnekî bê dawî. Kete nava xeyalan ronahiya ciwan û delal.
Fermandara YPJ’ê Heval Ronahî Yekta yek ji fermandarên leheng yên berxwedaniya bê emsal ya eniya bendava Tişrîn û Qereqoxazê bû. Li ser kesayêtên şehîd wiha qeheraman, destanan nivîsandin gelekî zehmet e, taybet kesên ku me pêra jiyan kir û di carekê de bi pênusa xwe anîna ser ziman hin zehmetir e, lê ji bo ku ez karibim bi we bidim nasîn kêm bê jî ezê ji wera behs bikim.
Heval Ronahî di malbetekî welatparêz de mezin dibe, roj bi roj bi derbasbûna rojê re mezin dibe û weke heyvê xwe nû dike û di ciwantiya xwe de dest bi kar û xebatên ciwanan dike. Di sala 2012 de dema heval Rustem Cûdî şehîd dibe heval Ronahî dixwaze tevlî merasîman bibe, lê dayîka wê jêra dibe asteng û nahêle. Lê heval Ronahî def ji israra xwe bernade û bê ku dayîka wê bizanibe bi komekî hevalên xwe re derbasî milê Cizîrê dibe û tevlî merasîman dibe. Bi dîtina oxirkirina hevalên xwe di dilê heval Ronahî de hers û tolhildan mezin dibin û hestên şoreşgerî êdî şîn dibin. Her çiqasî heval Ronahî carekî din derbasî Efrîn dibe, bandoriya şehadeta heval Rustem li ser wê naçe. Ji ber vê jî piştî wê heval Ronahî soza xwe dide. Heval Ronahî ji deqeya ku tevlî dibe bi fikrê Rêber Apo tê girêdan û dixwaze ev girêdanbûn di her kesî de bide ava kirin. Heval Ronahî bi keseyeta xwe ya zelal gelekî bi heybet bû û mîna taybetmendiyên ciwantiyê radîkal, bê tirs û xuf bû.
Her wiha di sala 2015 de, dema heval Ronahî derbasî Kobanê dibe rastî berxwedaniya mezin tê. Di dema komkujî de ji bo ku nekeve destê dijmin çend rojan di bin malekî xirab da dimînê û dijmin pê nahese, piştî vê demekî li Kobanê kar û xebat ciwanan dide meşandin. Ji bo ku zû fêrî sosyolojiya gel bibe, her dem di destê wê defter û qalem heye û her kesî guhdar dike. Heval Ronahî ket her malekî û ziyaret kir, malên ku derbas nebûbû jî, ji heval Ronahî bihîstîbûn.
Tê bîra min di sala di 2020 de dema ez carekî çûm Kobanê derbasî çend malbatan bûm, di vê demê de jî behsa heval Ronahî dikirin. Ez gelekî bandor bûm ji ber sekna û tarzê wê wekî gerîllayekî jin û hevalekî ciwan gelekî li ser jinên ciwan û ciwanên Kobanê bandor kirbû. Ev tiştên ku li ser defterên xwe dinivisand tenê di vir de nedihişt, bi hevalên derdorê xwe re parve dike.
Di sala 2016 de jî derbasî Efrînê dibe vê demên di êrîşên dewleta tirk a dagirker de di lingê xwe de birîndar dibe. Di jiyana heval Ronahî de paşdeçûyîn nîn bû. Ruxmî ku birîndar bû lê kar û xebatên xwe dewam kir. Ev sekna wê ya mîna jinekê xwedî îradeyekê ewqas xurt hertim minak bû. Dema carayekê heval Ronahî dît birîndar bû. Dema min sekna wê wisa dît min ji xwe re got ku ez ji rojekê dixwazim bibim wekê wê. Hestên wê wekê jinekî gelekî xurt bûn, mirovan zû fêm dikir û dizanîbû yê li hemberî wê çi hîs dike çi êşê xwe heye. Ev jî dihîşt ku her kes derdorê heval Ronahî kom bibe û wekê heza çareserî didîtin.
Demekî li Çiya dimîne şunda carekî din derbasî Rojava dibe. Ji bo bibe bersîv ji her jinekî û ciwanekî li Herêmên Rizgarkinrî kar û xebat dide meşadin. Di vê qadê de taybet ji bo jinên ciwan ya ereb kedekî mezin dide da ku her jinekî li ser xeta Rêber APO de bide meşandin. Heval Ronahî bû rêheval û hogira jinên ciwan û ciwanan. Bi evîna şoreşê ciwanan perwerde dikir. Di aynî demê de jî di hemû herêmen Bakur-Rojhilatê Sûriyê de xebatên rêxistinkirinê meşand.
Di sala 2021’an de derbasî qada eskerî dibe û nava refên YPJ de dibe yek ji fermandarin lêheng. Perwerdeya hêzên hewayî dibînê û xwe di vê milê de pispor dike. Tecrûbe ku di xebatên ciwana de girt jêre bû bingehekê xurt a têkoşînê. Heta kêliya ku çavên xwe li jiyanê girt bi ruhê xwe ya ciwantî bi moral û coş têdikoşiya.
Heval Ronahî dilê efrînê bû, hemû taybetmendiyên efrînê di xwede dihewand. Heta roja şehadeta xwe jî di şexsê xwe de ruhê milîtaniya Apoyî zindî bû. Dewleta tirk a dagirker bi êrîşên xwe ya hovane dixwaze gelê kurd bin ax bike. Lê hevalên me ya qeheraman mîna fermandara YPJ Ronahî Yekta li hemberî wan hewldanan berxwedandekê bê hempa raber dikin.
Bendava Tişrînê ji bo me bûye xeta sor û di vir de destana 2025 despê dike. Ronahî Yekta di vê destanê de rolekê serekê leyst û bû yek ji wan lêhengan ku dîrok nivisand.
Xwe gelekî bi şans dibînim ji ber min hevalên mîna heval ronahî naskirin û bi wan re jiyan kir. Wê hestên me ya tolhildanê mafê jiyanekî nû bidest bixin. Em, rêvahala xwe fermandar Ronahî Yekta bi hurmet û rêzdariyeke bêdawî bi bîrtinin, li pêşberî bîranina wê bejna xwe ditewînin. Emê di têkoşina xwe ya mafdar û birûmet de bîranina wê tim bidin jiyandin û em soz didin ku tola şehîdên xwe, bi misogerkirina jiyana azad û wekhev tacîdar bikin. Têkoşîna şehîdan ji her demê bêtir rêya me, doza me û armanca me ya serkeftinê ronî dike.”