DERÎK- Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Dêrîkê civinek li dar xist. Di civinê de rewşa heyî li Sûriyê û taybet li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hat niqaşkirin.
Civin bi deqeyek rêzgirtin ji bo Şehîdên Berxwedana Tişrînê û hemû şehîdên şoreşê despêkir. Li ser bûyerên ku li herêmê diqewmîn û di çareserkirina pirsgirekên heyî de rola jinên ciwan çiye hat niqaşkirin. Di avakirina Sûriyê demokratîk de wê jinên ciwan rolekê çawa bileyizin hat diyarkirin.
Piştî vê sinevisyonek li ser berxwedana Tişrînê hat temaşekirin.
Di niqaşê de jinên ciwan nêrînên xwe anîn li ser ziman û çavderiyên xwe parvekirin. Bal kişandin li ser kiryarên çeteyên HTŞ ku sucên li dijî jin û gel, taybet gelên Elewî pêktînin. Hat diyar kirin ku bi wan çeteyan pêşarojekê ronahî ji bo Sûrî ne mûmkîne û hat gotin ku bê jinên ciwan û hemû jin di rêvebirinê welat de cihê xwe negirin, pêkanîna demokrasî ne mûmkîne.
Piştî axaftina ku hatin kirin jinên ciwan jî nerînê xwe di derbarê rojevê de anîn ser ziman.
Civin bi siloganên ”Jin Jiyan Azadî” û ”Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.