SWÎSRE – Li bajarê Winterthur ê Swîsreyê, bi pêşengiya Ciwanên Endamê TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) êrîşên dagirkeriyê yên li dijî qeyûmên dewleta Tirk a faşîst, qirker û çeteyên SMO’yê yên ku destekê didin dagirkirina Rojava, hatin protestokirin.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir.
Piştre jî li ser navê TCŞ Winterthur daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn û “Dewleta Tirk a faşîst li Rojava li ber çavên hemû cîhanê qirkirina Kurdan didomîne. Lê divê were zanîn ku me Kurdan ti carî serî netewandiye, zilma ku ew dikin re emê qet serî netewînin.” hat gotin.
Li aliyê din Ciwanên Endamê TCŞ’ê, bal kişand ser qeyûmên tayinkirî û wiha got: “Dewleta Tirk a faşîst, qirker, dema ku bi Rêber APO re muzakereyên xwe didomîne, bi çeteyên SMO’yê yên ku destekê dide, Rojava dagir dike. Li aliyê din jî dewam dike. Bi tayînkirina qeyûman guh nede vîna gel. Divê bê zanîn ku em ê her tim li dijî van faşîstan û yên ku hewl didin îradeya gel tine bikin têkoşîna xwe bidomînin.”
Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Sêrtê”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Berxwedana QSD” bi dawî bû.