HESEKE – Meclisa Malbata Şehîdan a Hesekê ji bo şervanên QSD’ê Goran Amûdê (Ehmed Elîsa) û Botan Serêkaniyê (Ebdulezîz Eyub) ku di 30’ê Çileyê de li Zirganê şehîd bûbûn, îro li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a Hesekê merasîma oxirkirinê li dar xist. Her wiha di merasîmê de ji bo şervanên QSD’ê şehîd Salar Zap (Bozan Bedran) û Horman (Osman Eyûb) ku 11’ê Cotmeha 2019’an li Serêkaniyê gihaştibûn asta şehadetê jî, merasîma xiyabî hate lidarxistin.
Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zehra Qido got: “Em sersaxiyê ji malbatên her çar şehîdan re dixwazin. Ev pAkrewanên Rojava ne, em çi bikin jî hindik e. Em ê li ser xeta şehîdên xwe bimeşin.”
Her wiha ji fermandarên YPJ’ê Evîndar Dêrik diyar kir ku hevrêyên wan bi têkoşîneke mezin li hemberî dagirkeriyê li ber xwe da û gihiştin asta şehadete û wiha got: “Em wek şervanên YPG, YPJ û QSD’ê ji destpêka şoreşa Rojava de di nava têkoşîn û berxwedaneke bêhempa de, berdelên herî giranbiha hatin dayîn. Bi hezaran şehîd û birîndarên vê şoreşê hene. Me li hemberî terora DAIŞ’ê şerê herî giran da meşandin. Şervanên azadiyê yên ku berdelên herî giran dan, îro jî dibin armaca dewleta Tirk. Dewleta Tirk dixwaze tola DAIŞ’ê ji me hilde. Em ê jî li hemberî dagirkeriyê li ber xwe bidin.”
Li ser navê malbata şehîd Goran Amûdê jî keça birayê şehîd Goran, Evîn Başo axivî û ev peyama da: “Em tevahî şehîdên doza azadiyê bi bîr tinin. Heta roja îro dîroka ku hatiye nivîsandin a desthilatdariyê bû. Lê ji îro pê de dê dîroka gelê me bê nivîsandin. Dîroka me jî dê bi xwîna van şervanan bê nivîsandin. Berxwedana li Tişrînê û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bi ser bikeve, bi saya van şervanan û şehîdan. Em soza xwe nû dikin ku em ê li ser xeta şehîdên xwe bimeşin.”
Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin.
Dûre cenazeyên şehîd Goran Amûdê û şehîd Botan Serêkaniyê spartin axê.