TIŞRÎNÊ – Ji duh ve konvoya Cizîrê hat û piştgirî da nobetdarên bendava Tişrînê .
Ji kantona Cizîrê, nobetdarên ji Qamislo, Hesekê, Amûdê, Tirbesiyê heta Dêrikê amade bûn.
Wek tê zanîn dewleta Tirk bênavber sivîlan bombe dike. Lê gel jê bandor nabe.
Bi taybetî jinên ciwan ji êrîşan bandor nebûn û ji bo êrişen dijmin puç bikin şeveke moralê li dar xistin.
Jinên ciwan ên Cizîrê îro danê êvarê hatin cem hev û ji bo gelê Cizîrê moralek li dar xistin.
Stranên şoreşgerî gotin û Erbane lêxistin. Gel ji moralê jinên ciwan Jinên ciwan moral girt û çepikan geriyan.
Şev bi qîrîna dirûşmên ‘Bijî berwedana YPJ’ bi dawî bû.
Nobet sibe di roja 26. de berdewam dike.