TEBQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ji koçberên Efrînî re yên li Tebqa civînekî lidarxistin. Civîn bi beşdarbûna 22 xort û jinên ciwan ên Efrînê li dibistanekî pêk hat.
Di civînê de rêxistinkirina komînan, avakirina komîteyên çandî, grûpên xwendinê zimanê kurdî û çûyîna Bendava Tişrînê hatin nîqaş kirin. Berdevka tevgera ciwanan Maqbula Hesen axivî û biriyardariya xwe di parastina axa xwe û vegera Efrînê de diyar kir.