MARÎGNANE – Li bajarê Marîgnan ê Fransayê, bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO ya ku piştgiriya wê li ser Rojava dike, meşek hat lidarxistin.
Ciwanên ku li Ville de Marignane dest bi meşê kirin gelek caran bê navber siloganên “Ciwan Fedaiyê Rêber APO Ne”, “Bijî Serok APO”, “Jin Jiyan Azadî”, Bijî berxwedana Tişrînê berz kirin û kolanên Fransa bi dengekî bilind tijî kirin.
Xwepêşandana ku herî dawî veguherî mîtîngê bi Fransî û Kurdî daxuyanî hatin dayîn.
Li ser navê TCŞ’ê Serhed Kop daxuyanî da û got, “Em weke gel di pêvajoyeke dîrokî de di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin. Divê em destkeftiyên xwe yên li Rojava bi îdeolojiya Rêber APO heta dilopa dawî ya jiyana xwe biparêzin. Divê em di stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî de xwe bi paradîgmaya Rêber APO bidin ber hev.”
Serhed Kop di berdewamiya daxuyaniya xwe de got ku ew ê li dora Rêber APO zengila agir ava bikin û li gorî ruh û mîsyona pêvajoyê şer bikin.
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dirûşmeyên “Soza me Tolhildan” û “Bijî Berxwedana Gelê Rojava” bi dawî bû.