PARÎS- Ciwanên endamên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) li paytexta Fransa Parîsê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.
Ciwanên ku li qada ku Birca Eyfelê ye çalakiya xwe li dar xistin, pankarta “Ji Ocalan re azadî” vekirin û dirûşma “Bijî Serok APO” berz kirin.
Ciwanan diyar kirin ku armanca wan ji vê çalakiyê ew e ku balê bikşînin ser tecrîda li ser Rêber APO û destnîşan kirin ku heta Rêber APO azadiya xwe ya fizîkî bi dest bixe dê têbikoşin û li ber xwe bidin.
Ciwanan got, “Weke ku Rêber Apo diyar kir, divê em li her qadê rol û mîsyona xwe bi cih bînin. “Heta ku Rêber APO azadiya xwe ya fîzîkî bi dest nexe, divê em çalakiyên xwe bidomînin.”