HAMBÛRG – Ciwanên ku ji bo Festîvala Ciwanan a li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hatin cem hev, ji aliyê polîsên Elman ve hatin astengkirin.
Avahiya çalakiyê ya ku amadekariyên Şolena Ciwanan lê dihatin kirin, danê nîvro ji aliyê terora polîsan ve serde hat girtin. Avahî ji aliyê polîsên Elman ve ji bo ciwan nekevin hundirê avahiyê hate astengkirin.
Ciwanan li hemberî dorpêça polîsan li ber xwe dan û diyar kirin ku heta astengî bi dawî bibe dê berxwedana xwe bidomînin.