NAVENDA NUÇEYAN- MJAR (Mîlîsên Jin ên Agir û Roj) bi daxuyaniyeke nivîskî ku li ser hesabê xwe yê dîjîtal hat weşandin ragihandin ku milîsên wan li Taxa Necîp Fazil a Sultanbeylî li navçeya Stenbolê di 25’ê Çile de ser dikana Sercan Sadak ê ku tê diyarkirin tiryakfiroş û têkiliya wî bi polîsan re heye, girtin û encama serdegirtinê de gelek tiryak hatin desteserkirin û hat ragihandin ku pakêtên hatiye desteserkirin hatiye îmhakirin.
Daxuyanî wiha ye:
MILÎSÊN ME LI HEMBER FIROŞKARÊ HIŞBIRIYÊ ÇALAKIYEK KIR
“Milîsê me di 25’ê heyva çile de li sitenbolê, li hember firoşkarê hişbiriye çalakiyek sabotajê pêkanî.
Li navçeya Sitenbolê Sûltanbeylî di taxa Necîp Fazil de, kesek hem têkiliya wî bi dewletê re heye, hem jî li wê taxê firoşkariya hişbiriyê dike, ji alî hêzên me ve ve hat tespît kirin. Ew kesê bi navê Sercan Sadak, ji alî hêzên me ve hate şopandin û cîhê hem weke mekan bikartanî, hem jî firoşkariya hişbiriyê tê de dikir hate tespît kirin. Li ser vê yekê hêzê me ketin nava tevgerê û li hember cîhê wî çalakiyek bi pêkanîn. Di encama vê çalakiyê de, 8 pakêt bi gotina wan Qirîstal (METAMFETAMÎN), 30 hebê hişbirî (EKSTAZÎ) kete destê hêzê me. Piştî cîhê vî kesî ji alî hêzê me ve hate desteser kirin, cîh bi temamî hate şewitandin. paşre ew hişbiriyên ketiye dest, hatin belge kirin û piştî belge kirinê bi şêwazê şewate hate îmha kirin.”